Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brîtanya Êrişî Navenda Penaberan Dike Û Paşî Xwe Dikuj E


A man throws an object out of a car window next to the Border Force centre after a firebomb attack in Dover
A man throws an object out of a car window next to the Border Force centre after a firebomb attack in Dover

Polîsê herêmî yê Brîtanya ragihand ku Ofîsa Navenda Koçberiyê ya bajarê Doverê li Brîtanya Yekşemê bûye aramnca bombeyên şewatê.

AFP, ji zarê polîsê Kent ragihand ku lêkoleran dîtine ku "du-sê bombeyên şewatê avêtine ofîsên" Sazxiya Koçberiyê yên girêdayî Wezareta Karên Hundir, û bal kişand ku kesek bi sivikî birîndar bû, li bajarê berava derayî Dover ê, li başûrê Brîtanya û got "Nasname û cihê gumanbar hatiye diyarkirin."

Ji aliyê xwe ve ajansa Reutersê li ser zarê wênegirekî xwe ragihand ku kesekî bombeyên gazê avêtin navenda koçberan û piştre xwe kuşt.

Wênegir anî ziman ku êrîşkar, "zilamekî spî yê ku kirasekî xetkirî li xwe kiribû, bi otombîleke werzîşî ya SEAT ya spî hat navendê, paşê jê derket û sê bombeyên benzînê avêtin, yek ji wan şewitî."

Herwiha wî got, "Piştî êrîşê, zilam otomobîl ajot ber stasyoneke benzînxaneyê ya nêzîk, zincîrek ku bi stûneke metalî ve girêdayî avêt stûyê xwe û xwe kuşt".

Piştî demek kurt Polîs hatin cihê bûyerê û ew herêm ji hatin û çûnê girt û dorpêç kir.

Karkerên ku li navendê dixebtin agirekî piçûk yê ku bi dîwarê derve yê avahiyê ketî vemirandin, li gorî vîdeoyek ku li ser medyaya civakî hatiye kirin.

Reuters nikarbû ji bo daxuayniyê derbarê bûyerê têkilî bi polîsê herêmî yan jî Wezareta Karên Hundir re dane.

XS
SM
MD
LG