Hêzên Ewlekarîya Hindurîn, Asayîş ev çend roj in ku weke bersîvdana dorpêçkirina hêzên hikûmeta Şamê li ser taxên Kurdan li Helebê tedbîrên ewlekarî li bajarê Qamişlo xurt kirine.
Nêzîkî 10 roj in ku Firqeya Çaran ya hêzên hikûmeta Şamê rê nade ku kelûpelên xwarinê bigihin taxa Şêx Meqsûd û Eşrefîyê li Helebê ku ew bin kontrola Kurdan in.
Asayîşê tedbîrên ewlekarî li navenda Qamîşlo, li dor çargoşeya ewlekarîyê ku bingeha ewlekarî û dezgehên rêjîmê li wê derê ne, tundtir kirin û herwisa rêbendên kontrolê li dor firokxaneya bin kontrola rejîmê asê kir.
Li gorî agahîyan ku tevgera serbaz û endamên ewlekarîya yên rejîmê di navbera firokxanê û çargoşeya ewlekarîyê sekinîye.
Dîsa, li bajarê Hesekê jî hêzên ewlekarî yên Rêvebirîya Xweser dijî hêzên rejîmê heman tedbîr girtine.
Rojnamevan Hejar seyîd dibêje ku Rûsya naxwze şer di vê demê de navbera Kurdan û rejîmê derkeve hole loma ewê vê alozîyê çareser bike.
Hêjaye bibîrxistinê ye ku ji Cotmeha 2018an vir ve astengîyên ewlekarî yên hikûmeta Şamê, dem bi dem derbazgeha Muselmîyê digirin ku gundewarê bakurê Helebê û navenda bajarê Helebê ji hev vediqetîne.
Di destpêka sala borî de, hêzên Asayîşê dorpêçeke ewlekarî li derdora devera çargoşeya ewlekarîyê danîbû û hîngê her du alî hevdu tawnbar kiribû û ew alozî piştî du mehan bi navbênkarîya Rûsya çareser bûbû.
Lê, berîya deh rojan rejîma Beşar Esad careke din taxên Kurdan li Helebê dorpêç kirin û Asayîşa Rêveburîya Xweser jî wek bersîvdananê, deverên rejîmê yên li li Qamişlo dorpêç kirine û heta amadekirina vê raporê alozî berdewam e.