Desteya Tendirustî a Efrînê hişyarî da ku rewşa saxlemîyê li herêma Şehba ketiye asteke metirsîdar.
Desteyê bi daxuyanîyekê ji bîragiştî re ragihand ku rejîma Sûrî dever dorpêç kiriye û rê nade derman û pêdivîyên bijîşkî derbaz bibin.
Hevserokê Desteya Tendirustî ya Efrînê Dr. Mihemed Nûr Şebab dîyar kir ku domandina dorpêçê wê rewşa saxlemîyê li deverê bixe xeterê.
“Rêbendên rejîma Sûrî nahêlin ku ti derman yan amûrên bijîşkî têkevin deverê. Ku ev rewş bidome emê nikanibin pêwîstîyên naxweşxaneya tekane li vir, herwiha yên xalên tendirustî peyda bikin”.
Dr. Şebab bi berdewamî dîyar ku sivîlên nexweş nikanin derbaz bajarê Helebê bibin çimkî tenê ambulanseke wan heye û ew jî hatiye rawestandin.
Di daxuyanîyê de herwiha bal tê kişandin ku rênedana derbazkirina pêdivîyên bijişkî û dermanan hiştiye ku beşeke mezin ji wan madeyan nemînin û li dermanxaneyan jî peyda nebin.
Dermanfiroş Ekrem Ereb dibêje ku ji sê mehan vir ve dermanên nû nehatine deverê. “Berê hin rêxistinên hawarçûnê hin derman dişandin, lê niha ew jî tune ne.”
Ereb da zanîn ku dermanên jibo nexweşîyên giran peyda nabin.
“Em banga ji sazîyên navnetewî re dikin ku dermanan bişînin. Em jî mirov in, lê cîhana ku jibo Îdlibê ketiye seferberîyê, şavên xwe ji rewşa me re girtiye. Derman ji me re pêdivê ne û ger bi xêrxwazî nadin me, bila em bi pereyên xwe bikanibin dermanên hewce bikirin.”
Hêjayî gotinê ye ku pirtir ji 200 hezar şênî li herêma Şehba dijîn, nîvê wan derbiderên Efrînî ne û ew bi zehmetîyên jîyanê re rûbirû mane û dorpêça heyî jî rewşa xirab hîn girantir kiriye.