Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciyê Doner Kebabê di Nîqaşên Dîplomasî yên Tirkiyê û Almanya de


Wêneyên navendeke doner kebabê li Dortmund, rojavayê Almanya 26ê Tîrmehê, 2024.
Wêneyên navendeke doner kebabê li Dortmund, rojavayê Almanya 26ê Tîrmehê, 2024.

Tirkîye û Almanya ser donerê ketine nîqaşeke tûj û Berlîn dijî daxwaza Enqerê ya ser çêkirina statuya parastinê ya vê xwarina îkonîk bertek nîşan da.

Donera ku ji goşt tê çêkirin bi eslê xwe ji Tirkîyê ye, lê piştî koçberên Tirk ew birin Almanya ew li wî welatî jî hat hez kirin.

Federasyona Donerê ya Navneteweyî (Udofed) ya navend li Tirkîyê jibo kebaba donerê Garantîya Pîsporîyê ya Kevneşopîyê (TSG) bistîne serî li Komîsyona Ewrupa da.

Udofed dixwaze ku krîterên donerê ji goşt heta baharatan û heta kêra ku jibo birîna donerê tê karanîn tund bin.

Ger serlêdana Tirkîyê were erê kirin, restoranên li Yekîtîya Ewrupa (YE) heta krîterên donerên bi cîh tinin ew nikarin navê kebaba donerê bi kar bînin û bi erêkirinê ewê doner mîna bufala mozerella ya Îtalya û serrano jambon ya Îspanya statuyê bistîne.

Udofed di serlêdanê de ji destxetên ji sala 1546’an mane dibêje kokên donerê digihije Împaratorîya Osmanîyan.

Lê paytexta Almanya dibêje ku doner, îcada Berlînê ye.

‘’Her tişt li Berlînê qewimî. Li gor efsaneyê, Kadir Numan sala 1972’yan goşt xistiye nav nanî û cureya donerê ya li Almanya hat hez kirin çêkir.’’

‘’Doner ya Almanya ye. Ew divê çawa were hazir kirin û çawa were xwarin, divê herkes bi xwe biryarê bide. Ne hewce ye ku Enqere rêkekê bide ber’’ dibeje Wezîrê Çandinîyê Cem Ozdemîr ku malbata wî ji Tirkîyê koç kiriye.

Berdevikekî ji AFP’ê re got ku Wezareta Çandinî ya Almanya bi serlêdana Tirkîyê şaş bûye.

Wî berdevikî dîyar kir ku ger serlêdana Tirkîyê were qebûl kirin ewê encamên wê jibo sektrora gastronomî ya Almanya pir mezin be.

Komeleya Çêkirina Doner ya Ewrupa (ATDID) dide zanîn ku Almanya salê bi 2,6 mîlyar dolaran doneran difiroşe ku ew ji sê paran du parên firotina donerê ya li Ewrupa ye.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG