Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (Partîya DEVA), ku berî demeke kin Plana Çalakîyê ji bîragiştî re ragihandibû. DEVA do jî li cîvîneke girseyî bi navê “DEVA’ya Tirkîyê” li dar xist.
Serokê Giştî yê Partîya DEVA Alî Babacan got ku bila ti kes bê hêvî nebe.
“Ne kesên ji Amedê ne jî yê Îzmîrê, bila li tevahîya Tîrkîyê ti kes bê hêvî nebe. Êdî partîyek heye û ji we re dibe deva û ewê hêvîya we bilind bike.”
Nêzîkî 5 hezar kes li bajarên Kurdan û Tirkîyê li Amed, Batman, Muş, Ruha, Qers, Stenbol, Edene, Îzmîr, Bursa, Samsun û hin bajarên din beşdarî vê civînê bûn.
Di vê salonê de gelek pankart hatibûn daliqandin ji van yek hebû ku bêtir bal dikşand. Li ser vê pankartê bi Kurdî “Bê Ziman Jîyan Nabe” hatibû nivîsin.
Babacan, di axaftina xwe de got ku girîng e ku di navbera Tirk, Kurd, Ereb, Çerkez, Alevî, Sunnî de ti cûdahî tunebe û divê hemwelatîbûna wekhev hebe.
Babacan li ser krîza aborîya Tirkîyê jî rawestîya û got ku kesên ku niha hikûmetê bi rê ve dibin, di vî warî de nezan in.
Babacan îdia kir ku ger Partîya DEVA bibe desthilatdar, ewê di nav demeke herî kin de wê rewşa aborîyê Tirkîyê çareser bikin.