Rêberê Ragihandina Serokomarîya Tirkîyê Fahrettîn Altun ser kuştina 13 hemwelatîyên wan yên dema operasyona Gare, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) tawanbar kir.
Altun ji Twitterê dîyar kir ku HDP û Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) wek hevdu ne, û da zanîn ku ew partî li gor fermanên wê rêxistinê tevdigere.
HDP’ê jî ser wan tawanbarkirinan bi vîdoeyekê bersîv da.
Wê partîyê axaftineke ku Îdrîs Baluken li parlamanê bi bîr xist.
Baluken di wê axaftinê de gotibû ku hikûmeta Tirkîyê bo kesên PKK’ê revandine ji şûna xwe nalive û dîyar kiribû ku ku ew werin kuştin, ewê desthilat di ser dubendîyê ji xwe re berjewendîyan çêke.
Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar do Yekşemê de dîyar kiribû ku ew di lêgerîna li şikeftekê de li meytên 13 welatîyên Tirk rast hatine.
Li gor nûçeyên di medya Tirkîyê de, ji wan 13 welatîyan 9 polîs in û 2 jî endamên îstixbarata wî welatî ne ku ew di dem û cîyên cuda de ji alîyê PKK’ê ve dîl hatibûn girtin.