Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Desthilata Erdogan Girêdayî Rewişa Aborîyê Ye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê derbarê desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan analîzek weşand.

Analîza ku ji alîyê Jonathan Spicer ve hatiye nivîsîn dîyar dike ku dewama desthilata Erdogan girêdayî pêşketina aborîyê ye.

Spicer dide zanîn ku li Tirkîyê ji sala 2013’an vir ekonomî bi şûnde diçe û dibêje ger Erdogan wê rewişê biguherîne dikare desthilata xwe deh salên din bidomîne.

Li gor analîza Spicer, popularîteya Erdogan jiber kêmbûna qîmeta pereyê Tirkan, rawestîna aborîyê daketiye.

Ew analîz, ku di salvbera pêncan ya hewildana darbeye leşkerî de hatiye belavkirin, nîşan dide ku li Tirkîyê bi taybetî bo pêdivîyên bingehîn û xwarinê 20 ji sedê enflasyon heye.

XS
SM
MD
LG