Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îzmîr’ê Doza Kujerê Endama HDP’ê Denîz Poyraz, Onur Gencer Hat Dîtin


Li Îzmîr’ê doza kujerê endama Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Denîz Poyraz, ya Onur Gencer hat dîtin.

Di meha Hezîran’a 2021’an de di êrîşekî çekdarî ya dijî avahîya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîr’ê de xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz jîyana xwe ji dest dabû.

Ev êrîş ji alîyê nijadperestê Tirk Onur Gencer ve pêk hatibû û piştî bûyerê Gencer ji alîyê polîsan ve hatibû desteser kirin û piştî re jî ew hatibû girtin.

Roja Duşem’ê runîştina doza duyan ya Denîz Poyraz ku kujer Gencer tê darizandin li dadgeheke Îzmîr’ê hat dîtin.

Ev doz ji alîyê dayik û bavê Denîz, Fehîme û Abdullah Poyraz, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlementerê Partîya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu, serokên baroyên Amed, Mêrdîn, Mûş, Îzmîr’ê jî di nav de ji alîyê gelek parêzeran ve hat şopandin.

Hevserokê Giştî yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, berîya runiştina doza Denîz Poyraz axifî û got ku, ew li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin."

"HDP û siyaseta demokratîk di bin êrîşan de ye. Li pişt êrişan hêzeke bi rêxistinkirî heye. Tenê bi kuştina hevalekî ev têkoşîn ranaweste. Kes natirse û têk naçe. Xwestin bitirsînin û bitepisînin. Lê ev êriş bi serneketin û wê bi sernekevin. Em ji bo edalet, heqîqet û aştiyê li vir in.”

Sancar di berdewamîya axaftina xwe de dîyar kir ku ew jibo anîna aştîyê bibiryar in û wiha axaftina xwe domand.

“Êrişa li dijî Denîz Poyraz û HDP'ê pêkanîna jibo devjêberdana têkoşîna aştîyê ye. Lê em jibo anîna aştiyê bibiryar in. Aştiyê jî em dikarin li ser edalet û heqîqetê ava bikin. Li cihê ku edalet û heqîqet tunebe aştî û cihê ku aştî tune be jî demokrasî nabe. Cîhê demokrasî jî tune be wekhevî û aramî nabe. Divê em tev vê bibînin."

Bi destpêka doza darizandina kujer Gencer de heyeta dadgehê piştî guhdarkirina şahidên roja kuştina Poyraz li cihê bûyerê bûn, rûniştina 3’an dê 29'ê Nîsan’ê were dîtin. Di heman demê de dadgehê biryara berdewamîya girtina Gencer jî da.

Hêjayî gotinê ye ku kujer Gencer di îfadeya xwe ya pêşîn de gotibû ku "Ez ne poşman im.” Di runîştina do de jî heman gotinên xwe dubare kir.

MEB_1_25_22_D_Poyraz_Îzmîr
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00

XS
SM
MD
LG