Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danîmarka Qanûneke ku Şewitandina Quranê Qedexe Dike, Pejirand


Rêberê partîya Stram Kurs ya Danîmarkî Rasmus Paludan li pêş balyozxaneya Tirkîyê ya li Stockholmê quranê dişewite (Arşîv)
Rêberê partîya Stram Kurs ya Danîmarkî Rasmus Paludan li pêş balyozxaneya Tirkîyê ya li Stockholmê quranê dişewite (Arşîv)

Parlamana Danîmarka qanûnke nû pejirand ku kiryarên xirab yên dijî nivîsên olî qedexe dike.

Qanûna ku bi navê Qanûna Quranê tê zanîn, bi 94 dengên erê beramber 77 dengên na hat qebûl kirin.

Kesên ku qanûnê binpê dikin wê cezayê diravî bixwin yan jî heta du salan cezayê girtîgehê bistînin.

Di salên dawî de li Danîmarka çalakîyên wek şewitandina Quranê çêdibûn û wan çalakîyan jî dikir ku girjîya Kopengah û welatên Misilman gur gibe.

Hikûmeta Danîmarka qanûna ser qedexekirina kiryarên xirab yên dijî metnên olî meha Tebaxê anîbû rojevê û dîyar kiribû ku ew dixwaze peyamekê bide cîhanê.

Îstixbarata Danîmarka dîyar kiribû ku zêdebûna çalakîyên wek şewitandina Quranê gumana êrîşên terorî zêde dike.

Li Swêd ya cîrana Danîmarka jî çalakîyên wek şewitandina Quranê li dar ketin û îstixbarata Swêdê jî hişyarî da.

Xwenîşanderan meha Tîrmehê êrîş birin ser balyozxaneya Swêdê ya li Îraqê.

Hikûmeta Swêdê hazirî dike ku qanûneke wek ya Danîmarka ragihîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG