Bi dehan bajarvanên Kurd yên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran dest bi kar dikin, piştî serketina berbiçav ya DEM’ê di hilbijartînên heremî yên di 31’ê Adarê li Tirkîyê.
Yek ji babetên kempaniya DEM Pariya li dijî siyaseta qeyyum bû kû di 8 salên derbazbûyî de dewam dikir.
DEM Partî yê bi giştî bajarvanîya 85 hereman bi dest xistin, 3 bajarên mezin, 7 bajar, 65 navçe, li 10 bajarok ; dema ku li 7 bajaran dengên xwe zêde kirin, ku di nav de Amed, Wan û Mêrdîn jî hene.
Li peytaxta Amerîka Washington DC, gelek pişpor û şîrovekar hem stratejîya hilbijartînên heremî û hem jî desketinên DEM Partîyê wek serketineke berbiçav ya girîng dinirxinin, dema ku di hindakirina kontrola AK partîya Erdogan ya heremî de, rola DEM’ê dîyarker dibînin.
Dr. James Ryan berpirsê giştî yê Projeya Lêkolîn û Agahdarîyê ya Rojhilata Navîn (MERIP) û pisporê siyaseta Tirkîyê ye.
Ew dibêje, “Bi bawerîya min DEM Partî nîşan da ku ew li heremên rojhilat hîn jî hêzeke mezin e û hevdem li ser helwesta partîyên opozîsyonê ya derbarê doza Kurd de jî xwedî bandoreke girîng e.
Dr. Ryan dibêje ku DEM Partî bi saya stratejîyeke nû serketî ye, bi giringdayîna heremên rojhilat û kempenyeke bêdengtir ya li Stenbolê û bajarên din.
“Li gor min aqilê vê stratejîyê ji encama dengdana 2023’an derket hole. Wê demê li rojhilat di coşa dengdaran de daketinek berbiçav pêk hat; jiber ku bijardeya DEM’ê li ser qaxiza dengdanê nebû, bi ti namzedekî serekî re hevbendîyek fermi tunebû. Derket holê ku hevbîrîya ne fermî ya rêvebîya DEM'ê bi koalîsyona bi pêşengîya CHP'ê re, li hember AKP'ê bêbandor bû,“ Dr. Ryan ji Dengê Amerîka re got.
Yusuf Can ku berpirsê Bernameya Rojhilata Navîn (MEP) ya Navenda Wilson e, dibêjeke ku DEM Partî bi stratejîyeke nû ya taybet serketineke girîng bi dest xistîye.
“ Li Rojhilat DEM’ê nerazîbûna gel dijî hikûmeta Erdogan rexistin kir û ev şaredarîyên ku qayyum hatibûn erkdar kirin dîsa bi dest xist. Li rojavayê Tirkîyê, bi taybet jî li herêmên ku di destê CHP’ê de bûn, bi hevkarîya ‘lihevkirina bajar’ stratejiyeke taybet bi kar anî. Ev taktîk bi taybetî li bajarên rojavayê Tirkîyê, wek di qezenckirina Ekrem Îmamoglu li Stenbolê, rolekî girîng ya serketî da DEM Partîyê.
Şîrovekar Can dîyar dike DEM’ê bi stratîya xwe ya nû tenê li Stenbolê 22 endamtîyên meclîsa bajarê mezin bi dest xistine ku dikare li wir koma DEM’ê bi fermî ava bike.
“Bi giştî, her çend rêjeya dengên giştî yê DEM Partî li gor hilbijartinên herêmî yên 2019’an bi awayekî berbiçav neguherî jî, hevpeymanî û dîyalogên wê yên stratejîk statûya wê wekî pêkhateyek siyasî ya bi bandor xurt kirin,“ Can ji Dengê Amerîka re got.
Hilbijartinên herêmî yên roja Yekşemê, bo Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya serok Recep Tayyîp Erdogan wek têkçûnek cara ewil ya desthilatdarîya wî ya 20 salan hat tomar kirin, jiber ku AKP kir partîya duyê.
Helwesta DEM’ê mîna yek ji sedemên serekî yê vê têkçûna Erdogan tê nirxandin û egera guherîna siyaseta Erdogan ya ser doza Kurd tê nîqaş kirin, bi taybet sîyaseta qayyuman.
Berpirsê (MERIP) Dr. Ryan bawer nake ku serketina DEM Partîyê wê bikaribe siyaseta Erdogan ya ser doza Kurd biguherîne.
“Me li Wanê jî dît ku AKPê, li ser zorkirina bo erkdarkirina qayyuman xwedî kêmtir azadîya biryardayînê ye. Lê, ez bawer nakim ku ev tiştên ku qewimîne (serketina DEM’ê) wê rêgeha giştî ya siyaseta AKP'ê ya ser Kurdan biguherîne,“ Dr. Ryan got.
Dr. Ryan berevajî li bende ye ku Erdogan di destpêka vê havînê li Îraq û Sûrîyê operasyonên leşkerî yên dubarekî zêde bike.
Can dibêje ku serketina DEM’ê dibe ku bandorê li perspektîfa hikûmeta Erdogan ya ser doza kurd bike, lê girîng e ku gelek faktorên din jî werin binirxîne.
“Nêzîkatîya hikûmeta Erdogan ser kêşeya Kurd pir alî ye, tê de aktorên cuda yên bi armancên cuda hene. Rêvebirîya Erdogan ser sê komên serekî dabeşkirîye: xeleka Seroktîyê, AKP û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP). Her aliyek bi Kurdan re bi awayekî cuda têkilîyê datîne û xwedî fîkarên cuda ne, “ Can got.
Pisporê Navenda Wilson Can bale dikşîne ku rêvebirîya AKP’ê nêzîktirê e dengderên Kurd e û ser siyaseta qeyyuman de gumanbar e , lê MHP parêzvanêke tund ya vê siyasetê ye.
“Derdora Seroktîyê ku ji Erdogan û hevalên wî yên nêz pêk tê, xuya dike ku bo pîvandina bîragiştî di heyameke çavdêrîyê de ne, bêyî ku soza stratejîyeke zelal dîyar bike, “
Can herwiha dîbeje ku ew helwesta pîvandar ya hikûmeta Erdogan li Wanê dîyar bûye, tevgerek ceribandînê ku ji alîyê dengdêrên Kurd û beşek fireh ya gel ve rastî rastî nerazîbûnên girîng hat.
“Rêgeha siberojê ya hikûmeta Erdogan pêkan e ku ji sekna CHP’ê bandor bibe, dijî hewlên din yên jibo erkdarkirina qayyuman di parastina prensîbên demokratîk de,“ Can got.
Bi piştgirîya dengderên DEM’ê, partîya serekî ya opozisyona Tirkîyê, Partîya Gel ya Komarî (CHP) dijî AK Partî ya Erdogan serketinek dîrokî bi dest xist. CHP cara ewil bû partîya yekê, desthilatdarîya xwe yê li bajarên serekî wek Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Enqere parast û li gelek heremên din destketîyên mezin bi dest xist.
Gelek şîrovekar bale dikşînin ser hilbijartinên 2028’an yên giştî jiber ku ev partîji bo bidestxistina razîbûna piraniya civakê namzetê serekî ye. Lê, ew bi berdewamî destnîşan dikin ku CHP’ê wê bi ceribandineke mezin re rûbirû bibe.
“Gelo CHP wê bikaribe ku bingehê xwe yê sekuler-neteweperest bi polîtîkaya civakî ya demokratîk biguherîne û jiber rola DEM’ê ya di serketina wê de, di 2028’an de bi DEM’ê re hevpeymanvyeke fermi ava bike ku bo çareserîya aştîyane ya kêşeya Kurd rûpelek nû were vekirin?“ ew pirs nîqaş dikin.
Pisporê Tirkîyê Dr. Ryan hebûna hevbendîyêk fermî ya di navbera CHP û DEM’ ê wek egerek zahmet dibîne, heya ku Erdogan di hilbijartinan de hebe.
“Tevî ku ev hilbijartin jibo wan nîşanek erênî bû jî, seroktîya CHP’ê ser hevbendîyek berfireh ya opozisyonê, hîn jî bi kêşeyên girîng re rûbirû ye. Awayê ku komên rastgir yên tund di vê hilbijartinê de bandora xwe hinda kirin, jiber performansa nebaş ya Partî Îyî, jibo hevkarîyek nîşanek baş e. Lê di dawîya rojê de domdarîya hevbendiyek di navbera CHP û DEM’ê de zehmet e ku mirov xeyal bike, heta ku Erdogan di hilbijartian de hebe,“ Dr. Ryan got.
Dr. Ryan destnîşan dike ku jibo CHP di hilbijartinên neteweyî de dijî Erdogan bi ser bikevê, hem piştgirîya DEM’ê û hem jî ya hêmanên neteweperestên rastgir yên tund hewce dikin.
“Ev pir dijwar e, bêyî ku yek ji wan hêmanan wek "hevkarê bêdeng" tevbigere. Loma wê wek mijareke şikestbar bimîne, ku Erdoğan wê pir dilxwaz be ku bikar bîne,“ wî got.
Lê, şîrovekar Can destnîşan dike CHP û DEM'ê di dawîya salên 1980 û destpêka salên 1990an ve di bin navên cuda de hevkarî kirine, ku nîşan dide ku têgeha hevkarîya her du partîyan pêkan e.
“Di bin rêberîya Ekrem Îmamoglû û Ozgur Ozel de, CHP xwe jibo serketineke neteweyî amade dike û dijî Erdogan nêzîkatîyeke bi îdiatir radigihîne. Îmamoglu ku ji jibo serketinek bo seroktîyê di 2028’an de, girîngiya piştgirîya dengdêrên dizane. Loma, pêkan e ku di asta neteweyî de, bi DEM’ê re pêwendîyek nêzîktir biafirîne,“ Can got.
Lê, Can bawer dike ku veguherîna wê hevkarîya CHP û DEM’ê, wek hevpeymanîyek fermî wê heya 2028’an zelal nebe, dema ku ew çaverê nake xurtkirina peywendîyên her du partîyan jî bêyî gotûbêjkirina kêşaya Kurd pêk were.