Hevberdevkên Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê yê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelon (DEM Partî) Ozturk Turkdogan û Sevda Çelîk Ozbîngol li Navenda Giştî ya DEM Partîyê li ser sextekarîya lîsta qayidên hilbijêrên bêrê preskonferansek li dar xistin.
Turkdogan ragihand ku li bajarên Tirkîyê nêzîkî 54 hezar hilbijêr, ku piranîya wan erkdarên ewlekarîyê yên dewletê ne, veguhestine bajarên Kurdan.
“Bi awayekî bê qanûnî hilbijêrên rojavayên Tirkîyê di nav şeş mehan de neqlî bajarê Kurdan hatîye kirin. Nêzîkî 54 hezar hilbijêr li cûr bi cûr bajarên Kurdan de hatine belavkirin. Bêtirê vana jî erkdarên ewlekarîyê yên dewletê ne.”
Turkdogan ragihand ku li 31 navendî wan li ser veguhastina tomarên hilbijêrên bêrê lêkolîn kirine û piştî dawîkirana xebatan jî îtîrazên xwe bi daxwaznameyan gihandine Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK).
“Me bi hurgilî ev lêkolînên xwe kirin û ev bêrêtîyên ku hatine kirin li 31 navendî de tespît kir. Piştî vî jî me serî li komîsyona hilbijartinê ya bajar û bajarokan da. Lê mixabîn ev serlêdanên me bi tevahî hatin redkirin. Piştî wî me serî li Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) da.”
Turkdogan ragihand ku bes li navnîşaneke bajarê Agirîyê de 1923 hilbijêr di careke de hatine qeydkirin. Qeydkirina hilbijêran li hin bajaran din jî wiha tê dîyarkirin:
Agirî 4607, Bitlîs-Tatwan 708, Amed-Egil 1113, Amed-Qulp 1985, Culemêrg-Çelê 3602, Culemêrg-Rubarok 2107, Culemêrg-Esendere 2019, Culemêrg-Şemzinan 2260, Îgdir 4598, Qers 4030, Sêrt 8287 û gelek bajar û navçeyên din.
Turkdogan ragihand ku Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) bersîva wan daye û ji wan daxwaza navan kirîye:
“Me serî li Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê da, lê ewan bersîva ku da me gelek komîk e. Ji me re dibêjin herin ew navan ji me re bînin. Eva ne karê me ye, karê wan e, ku herin li van dera van bêrêtîyan tespît bikin.”
Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê Sevda Çelîk Ozbîngol jî li ser van bêrêtîya rawestîya û dadîyarkirin ku vêna qayuman ana jî bi bêrêtîyên hilbijartinê berdewam dike:
“Em li hemberî van dîmenan qet xerîb nînin. Vana vêna gel xespkirin û qayum danîn. Ana jî dixwazin hemû hiqûqê binpêbikin û bi lîstikê sandiqan û hilbijêran serkevin. Ev rasterast dizî ye, emê heta dawî li ser vê meselê bisekinin.”