Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanda DEM Partî jibo Civîna Duyê ya bi Ocalan re Çû Girtîgeha Îmraliyê


Şanda Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) îro Çarşemê jibo hevdîtina duyê ya bi Abdullah Ocalan re çû Girtîgeha Îmraliyê.

Hevdîtina yekê ya şanda DEM Partî û Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK)ê Abdullah Ocalan 28’ê Berfanbarê çêbûbû.

Di hevdîtina yekê de parlamanterên DEM Partî Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan çûbûn di şandeyê de cîh girtibûn.

Piştî hevdîtina bi Ocalan re sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk jî beşdarî li şandeyê kiribû û wan bi partîyên parlamana Tirkîyê re danûstandin kiribûn.

DEM Partî di rojên borî de bi daxuyanîyekê ragihand ku ew ser danûstandinan geşbîn e.

Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî, ku hevbendê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatdar e, di dawîya sala borî de bang li Ocalan kiribû ku di komcivîna DEM Partî de banga sekinandina PKK’ê bike.

Bahçelî piştre jî gotibû ku ew dixwazin jibo qonaxa nû ya Tirkîyê DEM Partî û Ocalan demûdest bicivin.

Ocalan di civîna yekê de bi rêka şandeyê dîyar kiribû ku ew li gor paradîgmaya nû ya Tirkîyê dikare hin gavên pozîtîf biavêje.

Hin jêderên AKP’ê dibêjin ku ewê PKK heta Newrozê çekan berde.

Jêder: Artı Gerçek, Ajansa Welat, Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG