Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijêrên Demokrat Dixwazin ku Biden Jinûve Bibe Berbijar


Anketeke li dû hilbijartinên nîvdemî nîşan dide ku hilbijêrên Demokrat dixwazin ku Serokê Amerîka Joe Biden bo dewra duyê bibe berbijar.

Ew anketa USA Today/Ipsos dide zanîn ku Demokratên dibêjin ewê Biden di hilbijartinên 2024’an de careke din bi ser keve 71 ji sedê ye.

Li gor anketê, 75 ji sedê Komarîyan dibêjin ewê Serokê berê Donald Trump di hilbijartinên 2024’an de serketî be ku ew rêje berî hilbijartina nîvdemî 82 ji sedê bû.

Clifford Young yê ji Ipsosê dîyar dike ku di nav hilbijêrên Demokratan de bawerîya bi Biden zêde bûye.

Hilbijêrên Demokrat yên li bin temenê 35’an di anketeke meha Tebaxê de 53 ji sedê piştgirî dabûn Biden lê ew rêje piştî hilbijartinên nîvdemî rabû 69’an.

Di nav hilbijêrên jin de jî rêjeya piştgirî ji 55 ji sedê rabû 71 ji sedê.

Anket nîşan dide ku bawerîya Demokratan ya bi rêbertîya partîya xwe zêde bûye ku ew yek rê li ber guherîna di partîyê de digire.

54 ji sedê hilbijêrên Komarî dixwazin ku Trump cara sêyan bibe berbijar û 46 ji sedê Komarîyan jî dixwazin ku guherîn çêbe.

Ji anketê xuya dibe ku bawerîya Komarîyan bi rêvebirên xwe kêm bûye.

Ew rêjeya bawerîyê di nav hilbijêrên Komarî de berî hilbijartinên nîvdemî 49 ji sedê bû, lê piştî hilbijartinan daket 39 ji sedê.

XS
SM
MD
LG