Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorên Demokrat Bernivîsa Ser Aborîyê Careke Din Red Dikin


Bernivîsa bi 2 trîlyon dolar ya ser aborîyê ya jiber vîrusa korona hatiye hazir kirin, li Civata Senatoran carar duyê hat red kirin.

Wê paketa ku bo dengdana li civata giştî gerek herî kêm piştgirîya 60 senatoran bistanda, li 49 ‘’erê’’yan ma.

5 senatorên ku jiber vîrusa korona di karantînayê de bûn beşdarî dengdanê nebûn û 46 senatorên din yên Demokrat jî bo paketê gotin ‘’na’’

Komarîyan ser dengên ‘’na’’ Demokrat rexne kirin û dan zanîn ku ew hewil didin ku ser mijarên dûrî nexweşîya koronayê paketan bipejirînin.

Demokratan jî dîyar kirin ku pereyên pir didin kompanîyên mezin û guh nadin hewcedarîyên saxlemîyê.

Wan got ku di bernivîsê de xalên karkerên baş diparêzin tune ne û dîyar kirin ku kompanîyên mezin tevî alîkarîya aborî jî dikarin wan ji kar derxin.

Ew bernvîsa ku ji kompanîyên jiber vîrusa korona zarar dîtine re alîkarîyê û ji hemwelatîyên Amerîkî re jî kredîyê pêşnîyaz dike di dengdana roja Yekşemê de jî dengên pêwîst nestandibû.

Li ber e ku nûnerên Demokrat û Komarî careke din kom bibin û ser bernivîseke hevbeş danûstandinan bikin.

XS
SM
MD
LG