Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, bo ku bi telekonferansê beşdarî komcivîna partîya xwe bibe, ji seroktîya meclîsa Tirkîyê re daxwaznameyek şand.
Demîrtaş, ku 8 meh in li Girtîgeha Edîrne ye, di daxwaznameya xwe de dîyar kir ku li gor Qanûna Bingehîn ya Tîrkîyê, girtîbûna wan rê li ber beşdarîya xebatên parlamentoyê nagire.
"Wekî hevserokê HDP'ê, ku di parlamentoyê de partîya sêyan e, ez dixwazim bi rêka telekonferansê beşdarî komcivîna bibim ku yek ji parçeyên xebatên kontrolkirinê û qanûnçêkirinê ya meclîsê ye" Demîrtaş di daxwaznameyê de nivîsî.
Demîrtaş bo parlementerên din yên girtî jî xwest ku destûr were dayîn ku bi telekonferansê beşdarî komcivîna partîya xwe bibin.
Hêjayî bîrxistinê ye, tevî hevserokê HDP'ê, 11 parlementerên wê partîyê girtî ne.