Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk 4 Sal û 8 Meh Cezayê Zindanê li Demîrtaş Birî


Dadgeheke Tirk îro Înê, bi tawanên terorîzmî, cezayê 4 sal û 8 meh zindanê li sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş birî ku 23 mehan vir ve li zindanê girtî ye.

Dadgehê ew ceza bi sedema ku Demîrtaş di axaftineke xwe ya 2013’an de propogandaya terorîzmî kiriye li wî birî, dema hikûmeta Tirkîyê bi mîlîtanên Kurd re danûstandinên aşitîyê dikir.

Demîrtas ku yek jî sîyasetvanên herî navdar ya Tirkîyê ye, jiber jimareke tawanên girêdayî terorîzmê, nêzî du salan e ku li zindanê tê girtin, tevî ku wî heta îro ti ceza negirtibû.

Demîrtaş li dadgehê got ku ew jî ti gotinên xwe ne poşman e û heta niha çi gotiye, niha jî li pêy gotinên xwe ye.

"Ez bawer nakim ku hun bi awayekî rêwa, bê ku nasnameya me ya sîyasî li pêş çavan bigirin, me dadgeh dikin. Ger em hemwelatîyên wekev yên vî welatî ne, divê nasnameya me ya sîyasî nebe pirsgirêka kesekî. Bila hebe aşitî û azadî,” Demîrtaş li dadgehê got.

Bi dozên terorê ku dijî wî hatine vekirin, ger dadgehê erê bike Demîrtaş ribirûyê heta 142 salên cezayê zindanê, lê Demîrtaş tim wan îdiayan red dike.

Heman dadgehê herwiha parlamanterê berê yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder jî bi 3 sal û 6 meh zindanê ceza kir.

Serokomarê Tirkîyê, Demîrtaş bi terorîzmê tawanbar dike û îdia dike ku peywendîya wî bi PKK’ê re heye, lê Demîrtaş wê îdeayê bi tundî red dike.

XS
SM
MD
LG