Rêvebirîya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) îro Duşemê bi hevseroktîya Tulay Hatîmogullarî û Tuncer Bakirhan kom bû.
Nûnerên DEM Partî ser stratjîya jibo hilbijartinên herêmî yên 2024’an û berbijaran danûstandin kirin.
DEM Partî biryar da ku li jimareke bajarên Tirkîyê bi berbijarên xwe here hilbijartinan.
Ew partî wê navê wan bajarên Tirkîyê sibê Sêşemê ragihîne.
Ajansa Mezopotamya ragihand ku danûstandinên ser berbijarîya li Stenbolê didome.
Berbijarê Partîya Gel ya Komarî ya (CHP) yê jibo bajarvanîya Stenbolê Ekrem Îmamoglu ye.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, di hilbijartinên 2019’an de li rojavayê Tirkîyê li hember berbijarên desthilatdariyê piştgirî dabû berbijarên rikeberîyê.
Jêder: Arti Gerçek, Ajansa Mezopotamya