Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanda DEM Partî bi Demirtaş re Dicive Û Erdogan Serdana Amedê Dike


Şanda Dem Partî ya Îmralî li Edirne serdana Selahattin Demirtaş û Selçuk Mızralı dike 11 Çile 2025
Şanda Dem Partî ya Îmralî li Edirne serdana Selahattin Demirtaş û Selçuk Mızralı dike 11 Çile 2025

Şanda DEM Partî ya alîgira Kurdan îro Şemiyê bi hevserokê berê yê HDP'ê re, ku ji sala 2016'an ve girtî ye, civiya.

Şanda ku weke şanda Îmarlî ya hewildanên aştiyê tê naskirin kar dike jibo bidawîkirina nakokiyên bi 10'an salan di navbera Enqere û grûpa serhildayên Kurd PKK re.

Selahattin Demirtas, 51 salî, Gulana borî bi 42 salên zîndan hat mehkûm kirin jiber rola wî di xwenîşandanên kujêr yên sala 2014'an de, ku dema cîhadîstên Dewleta Îslamî (DAIŞ)ê dest danî ser bajarê Kobanê li Sûriyê.

Demirtas di hilbijartinan de du caran hevrikê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bû, ew bi dehan tawanan di nav wan de binpêkirina yekitiya axa dewletê û yekparçeyiya welat jî heye, hatîye mehkûmkirin.

Lê Erdogan hewlên vê dawiyê yên DEM partî ji bo destpêkirina diyalogê bi armanca bidawîkirina şerê bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re erê kir, ku ji sala 1984’an û vir ve li dijî dewleta Tirk serhildanek pêk aniye û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye.

DEM Partî da zanîn ku şanda wan bi Demîrtaş re, ku piştî hilbijartina 2023’an Erdogan bo serokomar, wî ji zîndanê biyar girtbû ku dest ji siyasetê berde, li zindana wî ya li Edîrne, li rojavayê Tirkiyê, hevdîtin bi wî re pêkanî.

Ev serdan, di vîdyoyekê de hat ragihandin, piştî ku partiyê di dawiya Kanûnê de bi Abdullah Ocalan, rêberê girtî yê PKK'ê re ku ji sala 1999'ê ve cezayê heta hetayê li girava Îmraliyê li başûrê Stenbolê girtîye, pêk hat.

Demirtaş beriya niha di meha Cotmehê de gotibû, "Eger Ocalan înîsiyatîfê bigire dest û bixwaze rê li ber çareseriyeke 'siyasî' veke, em ê bi hemû hewldanan piştgiriyê bidin."

Li aliyek din, Serokomarê Tikriyê R. T. Erdogan roja şemiyê di serdana xwe ya ji bo Amed (Diyarbekir)'ê, ku mezintirîn bajarê kurdan li Tirkiyê ye, piştevaniya xwe ji pêvajoyê re dubare kir, ji ber ku şer li seranserî sînorê bakurê rojhilatê Sûriyê di navbera şervanên kurd, sûrî û biyanî de, piştî rûxandina rejîma Beşar Esed dom dikin.

Li Amedê Erdogan got: "Pencereyeke nû ji bo welatê me vebûye ku belaya terorê bi yekcarî biqede."

"Em ê şansê dîrokî ji dest nedin," wî herwiha got, "Rêxistinên terorîst neçar in ku çekên xwe deynin, em şansê didin wan ku bibin rêxistinek siyasî ya rastîn."

Parlamenterên DEM Partî roja Yekşemê wê bi hevseroka din a partiyê Fîgen Yuksekdag re ku di Gulana borî de bi sûcdariya propagandaya terorê 30 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, bicivin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG