Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî Daxuyanîya Ser Civîna Duyê ya bi Ocalan re Sibê Radigihîne


Turkey/Kurdish issue
Turkey/Kurdish issue

Şandeya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) îro Çarşemê jibo civîna duyê ya bi Abdullah Ocalan re çû Girtîgeha Îmraliyê.


Di şandeya DEM Partî de parlamanterê wê partîyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan cîh girtin ku di hevdîtina yekê de jî ew çûbûn girtîgeha li giravê.

Civîna li Girtîgeha Îmraliyê, ku Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Ocalan ji 1999’an vir ve têde ye, bi qasî 4 saetan dom kir.

Şandeya DEM Partî wğ sibê Pêncşemê ser danûstandina dawî ya bi Ocalan re daxuyanîyê bide.

Di danûstandina yekê de Ocalan bi rêka şandeyê bal kişandibû ku ser tifaqa Kurdan û Tirkan û gotibû ku li gor paradîgmaya nû ew dikare hin gavên erênî biavêje.

Peyvajoya nû ya danûstandinan di dawîya sala borî re bi banga Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî re, ku hevbendê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatê ye, destpê kir.

Bahçelî bang li Ocalan kiribû ku di komcivîna DEM Partî de PKK’ê bisekinîne û piştre jî dîyar kiribû ku ew dixwazin DEM Partî û Ocalan demûdest bicivin.

Hin jêderên AKP’ê dibêjin ku PKK wê li ser banga Ocalan heta Newrozê, ku di 21’ê Adarê de tê pîroz kirin, çekan berde.

Jêder: Ajansa Welat, Gazete Duvar, Arti Gerçek

XS
SM
MD
LG