Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî jibo Civîna Duyê ya bi Ocalan re Serî li Wezareta Dadê Da


Şandeya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jibo hevdîtina duyê ya bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da.

Wê şandeyê serlêdana li Wezareta Dadê bi awayekî nivîskî kir.

DEM Partî do ragihandibû ku ew li bendê ye ku piştî serlêdanê di demeke kurt de bersîv were dayîn.

Şandeya DEM Partî bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Ocalan re, ku ji 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê ye, 28’ê Berfanbarê kom bûbû.

Parlamanterên DEM Partî Sirri Sureyya Oner û Pervîn Buldan beşdarî li wê civînê kiribûn.

Çaverê ye di civîna duyê de sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk jî hazir be.

Şandeya DEM Partî piştî civîna yekê ya bi Ocalan re serdana partîyên sîyasî yên parlamana Tirkîyê kiribû û roja Înê jî ragihandibû ku ew ser danûstandinan geşbîn e.

Jêder: X, Ajansa Welat

XS
SM
MD
LG