Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo DEM Partî Serdana CHP’ê Çawa Dinirxîne?


Hevserokên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncel Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ligel şandekê îro Pêncşemê serdana Partîya Gel ya Komarî (CHP) kir û bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û rêvebirên CHP’ê re nêzîkî du saet civîyan.

Berî mehekê, di 13 Berfanbarê 2023’an de, Ozel ligel şandekê serdana DEM Partî kiribû.

Piştî hevdîtina roja Pêncşemê ligel Ozel, Bakirhan û Hatîmogullari li navenda giştî ya CHP’ê preskonferansek l idar xistin.

Ozel di axaftina xwe li ser girîngîya vê serdanê rawestîya û ragihand ku ew her gav dijî qayuman hatine.

“Tevî ku ev hevdîtineke kubarîyê be jî, em li ser hin mijarên sîyasî jî peyîvîn. DEM Partî di meclîsê de partîya sêyan e û ji vir û pê ve emê hevdîtinên xwe bi awayekî eşkere bidomînin. Lê li vir dixwazim tiştekê bêjim: em di 100 salîya Komarê de ne, ji ber vê jî em careke din bi zimanekî zelal vê sîyaseta qayumê red dikin.”

Hatîmogullari jî ragihand ku ew di vê hevdîtinê de li ser pêvajoya sîyasî, pirsgirêkên aborî, kirîza dadwerîyê û mijarên din axifîne.

Bakirhan jî di axaftina xwe de li ser qayuman û pirsgirêka Kurd rawestîya û got ku qayum ne tenê pirsgirêka DEM Partî ye, lê pirsgirêka hemû opozîsyonê ye û dive opozîsyon di vê meselê de hevbîr be.

“Em li vê derê li ser hilbijartinên şaredarîyê jî axivîn û me gengeşî kir. Lê hûn jî dişopînîn li Tirkîyê pirsgirêka Kurd heye û hîn jî nehatîye çareserkirin. Li herêmê hiqûqeke du alî niha tê meşandin. Ev du dewre ye ku gelê Kurd şaredaran hildibijêre, lê li ser wan qayum têne danîn. Ev qayum ne tenê pirsgirêka DEM Partî’yê, hilbijêrên me an jî ne Kurdan in. Ev qayum pirsgirêka hemû Tirkîyê ye.”

Serdana DEM Partî li tevahîya Tirkîyê jî bi baldarî hate şopandin. Eleqeya çapemenîyê jî gelek bû.

Seroka Lêkolîna DÎ-EN’ê Tacîre Baktaş got ku di ev serdan nîşan dide ku di navbera DEM Partî û CHP’ê de têkilî berdewam dikin.

“Dibe ku li bajarên rojavayê Tirkîyê hevkarîyekê jî bikin. Lê daxwaza hilbijêrên DEM Partî’yê rêya sêyemîn e. Heke DEM Partî tiştekî wisa bike, dibe ku ji hilbijêrên xwe jî bertekê bigire. Tiştekî din jî, rast e pirsgirêka Kurd berdewam dike, lê ev pirsgirêk pêkan nîne bi hevkarîya hilbijartinên şaredarîyê were çareserkirin. Heke navnîşaneke çareserîyê heye, bi ya min ew jî ne CHP ye, rasterast desthilatîya Tirkîyê ye,” Baktaş got.

ED_11_01_2024_DEM_CHP_Serdan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:46 0:00

XS
SM
MD
LG