Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bakirhan: Em Dixwazin Dîyalog û Danûstandinên li Tirkîyê Pêşve Herin


Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ser danûstandinên dawî yên partîyê axifî.

Bakirhan di hevpeyvîna Artı TV de dîyar kir ku ew niha bi tenê bi bangên Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî û hevdîtina şandeya DEM Partî ya bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan nikarin bibêjin ku peyvajoyekê destpê kir.

‘’Danûstandin hîn nebûne peyvajo, ewê veguhere peyvajoyekê em nizanin, lê wek DEM Partî em dixwazin ku prosesek çêbe û dîyalog û danûstandin pêşve herin.’’

Wî dîyar kir ku di danûstandinan de ew hîn di qonaxeke nû de ne û got ku nîqaş didomin.

Bakirhan got ku tiştên zelal nebûne hene û dîyar kir ku jibo binavkirina prosesê hîn pir zû ye.

Hevserokê DEM Partî got ew hêvî dike ku Tirkîye di 21’ê Adarê de bi peyamên aştîyê bikeve Newrozê.

Şandeya DEM Partî 28’ê Berfanbarê bi Ocalan re, ku 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê ye, kom bû.

Ocalan bi rêka şandeyê ragihand ku ew jibo ‘’paradîgmaya nû’’ dikare hin gavên pozîtîf biavêje.

Hin jêderên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya deshilatê dibêjin PKK dikare di Newrozê de çekan berde.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Errdogan vê hefteyê dîyar kir ku ew ser danûstandinan geşbîn e.

Çaverê ye DEM Partî di rojên pêş de jibo hevdîtina duyê ya bi Ocalan re careke din here Girtîgeha Îmraliyê.

Jêder: Artı TV

XS
SM
MD
LG