Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokên DEM Partî Serdana Serokê CHP'ê Ozel Kirin


(Arşîv)
(Arşîv)

Hevserokên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari îro Pêncşemê serdana Partîya Gel ya Komarî (CHP) kirin.

Di serdanê de rêberên DEM Partî û CHP’ê ser peyvajoya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê û şertên hevkarîyê axifîn.

Bakirhan û Hatîmogullari û Serokê CHP’ê Ozgur Ozel piştî civînê di preskonferanseke hevbeş de peyîvîn.

Ozel dîyar kir ku DEM Partî bi hejmara kursîyên xwe li parlamana Tirkîyê partîya li rêza sêyan e û got ku ew dixwazin ser kêşeyên welêt û çareserîyên wan bi wê partîyê re danûstandinê bikin.

‘’Di vê serdanê de em ser mijarên welêt axifîn û me li bandorên wan yên sîyasî û aborî nihêrî. Hilbijartinên herêmî nêzîk dibin û bêguman ew jî di rojeva de me de bû. Em dixwazin ku li bajar û bajarokên Tirkîyê rêvebirên ku hemwelatî hildibijêrin li ser kar bin.”

Serokê CHP’ê herwiha got ku hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê jibo siberoja welêt pir girîng in û jibo serdanê spasîya hevserokên DEM Partî kir.

Hevseroka DEM Partî Hatîmogullari jî got ku CHP’ê bi awayekî germ pêşwazîya wan kiriye û ew ser jimareke mijarên girîng peyîvîne.

“Em ser krîzên li dadgehan, kêşeyên aborî, peyvajoya sîyasî ya Tirkîyê û rewşên antîdemokratîk axifîn. Li Tirkîyê astenga herî mezin ya li pêş demokratîkbûnê kêşeya Kurdan e û divê ew kêşe bi awayekî aştîyane demokratîk çareser bibe,” Hatîmogullari got.

Hevserokê DEM Partî Bakirhan jî di axaftina xwe de bal kişand ser qayuman û got ku ew ne tenê jibo Kurdan, lê jibo tevahîya Tirkîyê pirsgirêkeke mezin e.

Bakirhan dîyar kir ku ew bi nûnerên CHP’ê re ser hevkarîyê peyîvîne û wan hêvîya xwe bilind kiriye ku piştî hilbijartinên pêş êdî qayum neyên erkdar kirin.

Serokê CHP’ê Ozel meha borî serdana DEM Partî kiribû û dîyar kiribû ku ewê danûstandinên bi wê partîyê re bidomînin.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, di hilbijartinên 2019’an de li bajarên li rojavayê Tirkîyê li hember desthilatê piştgirî dabû berbijarên rikeberîyê.

Pisporên sîyasetê dibêjin ku dengên DEM Partî li bajarên mezin yên mîna Stenbolê biryarder bin.

DEM Partî dîya dike ku ewê li bajarên li rojavayê Tirkîyê girîngî bide stratejîya lihevkirinê ya di asta bajêr de, lê wê partîyê hîn ti hevkarî ranegihandîye.

Jêder: Arti Gerçek

XS
SM
MD
LG