Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bûyerên Dêrezorê û Bandora Wan li Herêmê


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di 27ê Tebaxê de dest bi Operasyona "Xurtkirina ewlehîyê" li rojhilata Firata li parêzgeha Dêrezorê kiribû.

Li gor HSD'ê, ew operasyon dijî şaneyên veşartî yên rêxistina DAIŞê û sûcdarên ku ji bo dadgehê tên xwestin hatibû pêkanîn.

Lê bêyî ku HSD di şeva yekê ya operasyonê de eşkere bike, wê bajarê Hesekê jî dorpêç kir û fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê ku di jêr sîwana wê de ye girt.

HSD'ê ragihand ku fermandarê Meclîsa Dêrezorê Ehmed el Xibêl, ku bi navê Ebû Xewla tê nasîn, û çend rêberên din yên Meclîsê jiber gendelî û peywendîya bi alîyên derve re ji postên xwe hatin avêtin.

Piştre çekdarên alîgirên Ebû Xewla ji HSD'ê veqetîyan û tevî çekdarên bi ser êl û eşîrên deverê ve şerê HSD'ê kirin.

Hejmarek ji mîlîşayên Îranê û rejîma Sûrîyê jî çemê Firata derbaz kirin û tev li çekdarên li rojhilata Firata bûn da ku şerê HSD, li gor rêberên hêza ku Kurd serkêşîya wê dikin.

Koalisyona navnetewî doz li hemû alîyan kir ku şer rawestînin û tekezî ser hevkarîya xwe ligel HSD kir. Li alîyê din, rejîm û opozisyona Sûrîyê piştgirîya çekdarên îlan kirin.

Piştî 13 rojan, HSD'ê careke din xeta rojhilata Firata kontrol kir.

Di encama şer de hejmara kuştî û birîndarên hîn ne eşkere ne, lê li gor Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), 194 kes navbera kuştî û birîndar hene. Di nav wan de sivîl û zarok jî hene.

Bernameya Mijara Rojê bûyerên Dêrezorê bi berfirehî gotûbêj dike, bi taybet di warê bandora van şer û pevçûnan li ewelakarîya deverên jêr kontrola Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê.

Mêvanên vê bernameyê rojnamevan Alan Mêîş û nivîskar Muhened Îbrahîm in.

Mijara Rojê: Bûyerên Dêrezorê
please wait

No media source currently available

0:00 0:50:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG