Medyaya Tirkîyê îro Înê ragihand ku hin rêvebirên payabilind yên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) hatine desteser kirin.
Di nav girtîyan de Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir jî heye.
Bi lêpirsîna Serdozgerîya Komarî ya Dîyarbekir, li bajarên wek Amed, Riha, Stenbol û Wanê dijî rêvebirîyên DBP’ê operasyon çêbûn.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ji Twitterê ser desteserkirinên dawî bertek nîşan da.
HDP’ê dîyar kir ku ew desteserkirin tirsa îqtidarê raber dikin û got ku kes nikare gelê Kurd bi êrîşan têk bibe.
DBP di sala 2014an de ava bûye û armanca wê xurtkirina rêxistinên herêmî yên Kurdan e.