Dayikên Şemîy; li Stenbolê li Qada Galatasarayê bo cara 1015an hatin ba hev. Di vê civînê de xizmên kesên winda ji çarenivîsa Elîf Işik, Kenan Bîlgîn û Murat Yildiz pirsîn.
Elîf Işik 30 sala berê li Dersimê, Kenan Bîlgîn 30 sal berê li Enqerê û Murat Yildiz jî 29 sal berê li Îzmîrê hatibûn binçavkirin û windakirin.
Ser navên Dayikên Şemî Endama Komîsyona Li Dijî Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)ê Şebla Arcan axivî. Arcan bangî rayedarên Tirkîyê kir û got, “Dayik li benda dadweriyê ne, bersîva wan bidin.”
Li Amedê 21 Gelawêjê 2024’an de keça 8 salî Narîn Guran winda bûbû û heta niha jî ti agahîyek jê nehatîye girtin. Wezareta Hundir ya Tirkîyê radigîhîne ku ewan li her derî temaşe kirine û heta niha cîyê wê peyda nekirine.
Xizmên kesên winda jî li vê derê hestê xwe anîn ziman. Dayika Murat Yildiz Hanîfe Yildiz di aqaftina ev car pirsa Narîn Guran kir û got, “Her kes ker û lal bûye, ez li vê derê dipirsim Narin li kî derê ye û jibo çi nayê dîtin?”
Di vê çalakîyê de hêzên ewlekarîyê çarmedorên Dayikên Şemî dorpêçkirin û cîyê ku Dayîkên Şemî rûdiniştin jî bi barîyeran (bendên hesin) girtibûn. Xizmên kesên winda jî jiber vê helwesta ewlekarîyê bertek nîşan dan û ji bo kesên winda jî kulîlk avêtîn nav hewşa barîyeran.
Birayê Kenan Bîlgîn, ku di 12 Îlona 1994’an de li Enqerê hatibû binçavkirin û windakirin Îrfan Bîlgîn ji Dengê Amerîka re axivî. Bilgîn ragihand ku heta dawî ewê li pey dîtina Kenan Bîlgîn be.
“Birayê min li Enqerê binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan ya Enqerê Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê. Di wê demê de me li gel ÎHD’ê xwast ku xwe bigîhînin wî lê Ewlekarîya Enqerê binçavkirina wî qebûl nekir. Lê 11 şehîdan dîyarkirin ku Kenan Bîlgîn li wê derê ye û di bin îşkenceyê de ye. Em dizanin kiryarê vê yekê kî ye, jiber vî jî heta dawî emê vê doza xwe biparêzin û dewletê teşîr bikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku, li gor daneyan di nav salên 1990-2000’an de bêtirî 17 hezar kes di bin çavan de hatin windakirin an jî kuştin. Dayikên Şemî jî di 27’ê Gulana 1995’an de cara yekem li Stenbolê li Meydana Galatasaray dest bi runiştinê kiribûn. Eva 29 sale bêr bêrawestok vê çalakîya xwe didomînin.
Dayikên Şemî her çiqas dewletê nîşan bidin jî lê rayedarên dewletê heta niha jî radigîhin ku ew kesan, ji alîyê dewletê ve nehatine binçavkirin û windakirin.