Dayîkên Efrînê li pişta zarokên xwe, di rûbirûna êrîşên artêşa Tirk û komên Îslamî yên tundrê de cih digirin.
Dayîk bi çêkirin û pijandina xwarinê jibo şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) piştevanîya xwe nîşan didin.
Ji 17 rojan de dayîk bi nobet û bê navber xwarinên Efrînî jibo zarokên xwe yên li çeperên şer û bereyên pêşîn amade dikin.
Dayîk bi moralekî bilind dibêjin ku ew jibo her erkekê amade ne.