Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dayikên Şemîyê Bo Cara 1006'an li Enqerê Dicivin


Dayikên Şemîyê di Hefteya 1006ê de li Galatasarayê Civiyan
Dayikên Şemîyê di Hefteya 1006ê de li Galatasarayê Civiyan

Dayikên Şemîyê li Meydana Galatasarayê bo cara 1006’ê civîyan. Xizmên kesên ku di bin çav de hatine windakirin careke din bangî rayedarên Tirkîyê kirin û ji wan daxwaza diyarkirina çarenivîsa zarokên xwe kirin.

Li gor hin daneyan tê ragihandin ku di nav salên 1990-2000’an de bêtirî 17 hezar kes di bin çavan de hatîne windakirin an jî kuştin.

Dayikên Şemî jî di 27’ê Gulana 1995’an de cara yekem li Meydana Galatasaray dest bi runiştinê kirbûn.

Di nav wan kesên windeyî de yek jî Kenan Bîlgîn e. Ew di sala 1994’an de li Enqerê hatîye biçakirin û windakirin. Birayê wî Îrfan Bîlgîn bo kamerya Dengê Amerîka axivî û got "Em 1006 hefteye ku jibo kesên hatine windakirin li vê derê tên ba hev. Gelo em jibo çi li vê derê dicivin?

Dayikên Şemîyê ev 1006ê care li Galatasarayê dicivîn
Dayikên Şemîyê ev 1006ê care li Galatasarayê dicivîn

Jibo kesên ku hatin windakirin werin dîyarkirin û kiryarên wan jî bila werin darizandin. Ev daxwazên me hê jî berdewam dikin. Lê heta niha jî rayedarên Tirkîyê di vî warî de guh û çavên xwe girtine."

Demeke dirêj li Meydana Galatasaray dewleta Tirkîyê destûr nedida ku Dayikên Şemî bicivin.

Hiqûqnas Eren Keskîn di çalakîyê de amade bû û radigîhîne ku dewlet bi awayeki sîstematîk mafên mirovan binpêdike wê got, "Di bin çav de windakirin, mixabîn politîkeyeke dewletê ye. Di salên 1990’an de bi hezaran kes di bin çav de hatin windakirin. Îro bêtirî hezar hefteye em li vir in, lê dewlet heta kiryaran bibîne, ew hê jî astengî li pêşîya dayikan derdixine. Ev bê hiqûqî lazime were çareserkirin."

Dayikên Şemî her hefte li ser navên hin kesên ku hatine windakirin daxûyanî didin. Di vê heftê de jî li ser navên Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz rawestîyan û daxwaza dîtin wan kirin.

Dayîkên Şemiyê Bo Cara 1006'an li Enqerê Civiyan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:14 0:00

XS
SM
MD
LG