Li bajarokê Miksê (Bahçesaray) ya Wanê, hin kesên ne dîyar, gelek darên gûzan ji koka wan derdixin û dibirin.
Herî dawî, li gundê Mezra Şexa (Onlice) darên gûzan ku 60 heta 200 sal in, hatine birin û ew yek bûye xema gundîyan.
Rûniştvanê Mezra Şexa yê bi navê Saît Demîr dibêje ku kiryarên wiha sala borî jî çêbûbûn.
“Her sal hin çete tên li herema Miksê û hin kes pere didin gundîyan û darê gûzan ji kokê der dixin û bi xwe re dibin. Gava gûz ji koka wê tê derxistin, êdî careke din heşin nabi. Armanca van tunekirina xweza ye.”
Hevşaredarê Miksê Mehmet Galîp Aykut, ku ji alîyê hikûmetê ve ji kar hate dûrxistin, got ku demek e dirêj e darên gûzan ten birin û heta niha ti kes nehatin ceza kirin.
“Dema em li ser kar bûn, me bi hevkarîya muxtaran peşîya birina darên gûzan girtibû. Niha dîsa dar tên birin û agahîya dewlete bi vî karî heye, lê rê li ber wê nagire. Dabara gelê Miksê ji li ser gûzan e. Divê gelê me hemberî ve rewşê hestîyar tevbigere.”
Me bi rêya telefone xwe gîhand rêvebirên karê daristanan ya Wanê û ew li ser pirsen me ji rewşê agahdar bûn. Wan ji Dengê Amerîka re got ku jibo parastîna darên gûzan xebatkar û leşker ji ê re hatine şandin.
Hêjayî balkişandinê ye ku li gorî agahîyen Komela Çavderên Xwezaye, di sala 1998’an de 120 hezar darên gûzan li herêmê hebûn. Lê, niha piştî bûyerên dawî hejmara wan bi zelalî nayê zanîn.