Dadgehkirina endamek jin ya DAIŞ'ê li Elmanya bi tawana kûştina zarokeka Êzdî destpêkir.
Jennifer W, ya ku ji esil de jinek Elmanîye û tevlî Komela Dewleta Îslamî DAIŞê bûbû, li dadgeheke Elmanî hat darizandin.
Nûnerê rêxistiya Yezda Seîd Qasim Silêman li dadgehê amade bûbû. Wî gote Dengê Amerîkaê em nikarin bêjin ew tiştek zêde mezine jber ku hêşta 3 hezar dayik, xûşkên û zarokên me windane, lê rojek dîrokîye, kû em dibînin DAIŞ bi tawanên dijî Êzdiyan tên dadgeh kirin.