Neh sal di ser êrîşa rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) li ser Şengalê derbaz dibin , ku tê tê de bi hezaran Êzîdî dîl girtin, neçarkirin ola xwe biguherin û bi komî ew kuştin.
Piştî van neh salan û piştî zêdetirî pênc salên têkbirina piranîya hêza çekdarî ya vê grûpa radîkal li Îraqê, hîn jî êş û derdê xelkê Şengalê, bi gotina Şengalîyan bi xwe, ji her demê xirabtir û girantir e.
Di êrîşa DAIŞ'ê de li 3'ê Tebaxa 2014'ê ku li ser asta hikûmet û parlemanên welatên Rojava û sazîyên navneteweyî wekî jenosîd hatiye bi nav kirin, sedan hezar xelkê Şengalê neçar kirin ku ji malên xwe birevin û bibin awareyên nav konan.
Hezaran jin û zarokên Şengalê rastî trawma û nexweşiyên derûnî bûne, piraniya wan ji çareserkirinê hîn jî bêpar in.
Rizgarbûyên destê DAIŞ'ê hêvî hebû ku Yasaya Alîkariya Rizgarbûyên Êzîdîyan ku li 1'ê Adara 2021'ê hikûmet û parlemanê Îraqê ew pesend kirî, hinekê ji derd û arîşeyên wan kêm bike, lê rizgarbûyan ji Dengê Amerîka re axiftîn dibêjin, pêşketina berçav di warê cîbicîkirinê de tune ye. Ew qanûn tekezîyê li ser derbaskirina astengîyên derûnî dike ku hîn jî piraniya wan rizgarbûyan rastî trawmayê dibin.
Weka tevaya deverên nakokbar di nêvbera hikûmeta navendiya Îraqê û herêma kurdistanê de, Şengal jî rastî kêşe û astengiyên aborî û ewlekariyê hatî ye. Ew rewşa ne zelal bûye sedemê ku xelkê Şengalê niakrin vegerin malên xwe, bi taybet li rexê başûrê Çiyayê Şengalê.
Di 9’ê Cotmeha 2020’an de, bêyî çi şêwir û rawêjkarî bi xelkê Şengalê re, hikûmeta federal ya Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftinek - peymanek mor kir bi çavdêriya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) bi armanca vegerandina ewlekarî û aramiyê ya navçeya Şengalê.
Lê ew rêkeftin hatiye jibîr kirin û aliyên siyasî hev tawanbar dikin bi afirandina astengan li pêş cêbicêkirina xalên rêkeftinê.
Di vê bîreweriyê de, Dengê Amerîka ligel du rizgarbûyên wê koma radîkal û du çalakvanên Şengalê axivî.
Leyla Xelef û Hediye Alî bi hesreta rizgarkirina jin û zarokên din yên ku hîn di destê DAIŞ de ne ramanên û hestên xwe anîn ziman. Ew bêhêvîbûna xwe ji rewşa ew têde dijîn bi Dengê Amerîka re parve kirin û herî zêde gazindan ji hikumeta Îarqê dikin.
Di vê bernama taybet ya Dengê Amerîka de, çalakvanên Şengalî Mîrza Dinayî û Şakir Xidir zelal dikin ka çima astengî li pêş vegera Şengaliyan hene!.