Rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya êrîşa dijî bingeha leşkerîya li herêma Puntland ya li rojhilata bakurê Somalî girt ser xwe.
DAIŞ’ê berpirsîya êrîşa dijî bingeha leşkerî ji kanala xwe ya Telegramê ragihand.
Li gor ragihandina DAIŞ’ê êrîş ji alîyê 12 çekdarên wê ve bi du maşîneyan hatiye darxistin û 22 leşker hatine kuştin û bi dehan leşkerên din jî birîndar bûne.
Hikûmeta Somalî ser berpirsîya DAIŞ’ê hîn ti daxuyanî nedaye.
Hikûmetê roja Sêşemê ragihandibû ku hêzên wê li Puntlandê êrîşên DAIŞ’ê sekinandine.
Karbidestekî leşkerî yê Puntlandê dîyar kiribû ku wan li nêzî Dharjaale ya Barî 9 êrîşvanên xwekujî kuştine.
Baskê DAIŞ’ê yê li Somalî li herêmên çîyayî yê Putnlandê bi cîh bûye.
Ew bask, li gor El Şebab ya piranîya başûrê Somalî xistiye bin kontrola xwe wek komeke biçûk dihat dîtin lê di salên dawî de dengê wê zêdetir tê bihîstin.
Rêberê wî baskî Abdulqadir Mumin ji alîyê hin sazîyên medya ve wek rêberê cîhanî yê wê komê tê dîtin.
Jêder: Reuters