Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Îraqî: Kuştina Barzanîyan Jenosîd e


Piştî nemana rejîma Sedam Hûsênî, hestiyên jimareka qurbanîyên Barzanî li başûra Îraqê hatin vedîtin, paşî li Barzan hatin veşartin.
Piştî nemana rejîma Sedam Hûsênî, hestiyên jimareka qurbanîyên Barzanî li başûra Îraqê hatin vedîtin, paşî li Barzan hatin veşartin.

Dadgeha Bilind ya Tawanan roja Sêşembî ragihand ku kuştina bi hezaran Barzanîyan li sala 1983’ê, jenosîd e.

Peyvdarê Wezareta Karûbarên Şehîdan ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Fuad Osman, gote Dengê Amerîka ku dadgeha Îraqî jimareka tawanbaran ceza kirin û hukimê îdamê li dijî tawanbar Sedûn Şakir ragihand.

Li sala 1983'ê rejîma Sedam Hûsên, heşt hezar mêr û kurên Barzanî kuştin û termên wan li gorên bi kom li başûra Îraqê veşartin.

Ji bo pêzanînên pitir derbarê biryara dadgehê, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike. (Raportên peyamnêr Goran Tewfîq li Bexda û Omer Ferhadî li Hewlêrê.)

XS
SM
MD
LG