Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Hewlêr ê Ferhad Pîrbal bi Qanûneka Saddam î Ciza Dike


Dadgeha Hewlêr ê Ferhad Pîrbal bi Qanûneka Saddam î Ciza Dike
Dadgeha Hewlêr ê Ferhad Pîrbal bi Qanûneka Saddam î Ciza Dike

Dadgeha Hewlêr ê hukimê şeş mehên zîndanê ji bo nivîskar û mamostayê zankoyê Dr. Ferhad Pîrbal vebirîye jiber belavekirina nivîsînekê di kovara Wêran de kû ew sernivîskarê wê ye. Zêdebarî wê dadgehê hukim daye kû bo demê 3 sala birêz Pîrbal ji nivîsînê bê bend kirin. Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka helbestvan û nivîskar Ferhad Pîrbal dibêje şermezarîye qanûneka Be’sîyan îro li Kurdistanê bêt cêbicêkirin.

Jibo gûhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka digel Dr. Ferhad Pîrbal, fayîlê dengî dagire û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.

Têbînî: digel daxwaza lêxweşbûnê ji Dr. Farhad, dû gotinên ew carcara bikar dînit li demê bêzar dibit, me ji havpeyvînê birîne.

XS
SM
MD
LG