Misir roja Pêncşemê mazûvanîya Hilcivîna Rêxistina D-8 jibo Hevkarîya Aborî dike, da ku heşt welatên ku piranîya wan misilman in siberoja alozîya Rojhilata Navîn, tevî şerê li Gaza û rewşa dawî ya li Sûrîyê gotûbej bikin.
Di Kombûna Rêxistina D-8 jibo Hevkarîya Aborî, ku bi navê Pêşveçûn-8 jî tê zanîn, Nîjerya, Pakistan, Bangladeş, Endonezya û Malezya jî hene.
Li Hilcivînê wê di derbarê Gaza û Sûrîyê bi beşdarîya serokê Filistînê Mehmûd Ebbas civîneke taybet were dar xistin.
Serokê Tirkîye Recep Tayyip Erdogan û serokê Îranê Mesûd Pizişkîyan jî beşdarî Hilcivîna li paytexta Misirê, Qahîre dibin.
Hat ragihandin ku Erdogan û Pizişkîyan jî bicivin, cara yekê piştî têkbirina desthilatîya serokê Sûrîyê Beşar El-Esad.
Tirkîye bi dîrokî piştgirîya opozîsyona Esad dikir, lê Îranê jî piştgirîya rejîma Esad dikir.
Pizişkîyan, ku roja Çarşemê gihîşt Qahîreyê, yekem serokê Îranê ye ku piştî Mehmûd Ehmedînejad, ku di 2013’an de çûbû Misrê, serdana Misrê dike.
Berîya derketina rê ji Tehranê, Pizişkîyan got ku hilcivîn jibo welatên misilman derfetek e ku ew nerînên xwe nêzî hev bikin û ew jî dikare bandorek mezin li ser dîplomasî û danûstandinên heremî bike.
Têkilîyên Misir û Îranê bi dehsalan alozdar bûn, lê piştî ku Qahîre di şerê li Gaza de bû navbeynkar, têkilîyên dîplomatîk yên her du welatan zêde bûne.
Ji alîyê din ve, Erdogan jî wê bi rêberên endamên D-8an re li ser bazirganîyê û herwiha li ser Gaza û Lubnanê gotûbêjan bike.
Di Sibatê de, Erdogan sardana Misirê kiribû û bi Serok Abdulfetah Sîsî re hevkar ya aborî û nakok yên herêmî gotûbêj kiribû.
D-8 ku di 1997’an de hate damezrandin, armanc dike ku navbera endamên ji herêmên Asyaya Başûre Rojhilat heta Afrîqayê, hevkarîyê xurt bike.
Jêder: AFP