Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herî Kêm 38 Kes li Pakîstanê Hatine Kuştin


Qurbanîyên tundî û tûjîya bajarê Pakîstanê
Qurbanîyên tundî û tûjîya bajarê Pakîstanê

Polîsên Pakîstanî dibêjin, bêtirî 38 kes di tundî û tûjîya sîyasî û etnîkî yên sê rojên dawî de li bajarê Qaraçî hatin kuştin.

Karbidest dibêjin, bi kêmî ve 10 kuştin derengîya roja Çerşemê qewimîn.

Polîs du partîyên hevrik yên li eyaleta Sind, Tevgera Muttahida Qaumi (MQM) û Partîya Netewî ya Awami (ANP) ji şîdeta heyî gunehbar dike.

MQM şîreka koalîsyona desthilatdar e û nûnertîya civata Urduyan dike. ANP Jî nûnera Peştunên li eyaleta Sindh dike.

Tê ragihandin, polîs û personelên leşkerî ji bajarê Qaraçî re hatine veguhastin da ku girjî û alozîya heyî kontrol bikin.

Komîsyona Mafê Mirovan ya Pakîstanê, jiber ranewestina tundî û tûjîyê hikûmeta Pakîstanê gunehbar dike.

Ev bajar her wiha dibe qada êrîşên mîlîtanan û alozîya mezhebî ya nevbêra Sunnî û Şîayan.

XS
SM
MD
LG