Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Nexşerêya Hevkarîya Berevanîyê ya Amerîka û Komara Qibrisê Şermezar Dike


Wezareta Derve ya Tirkîyê îmzakirina nexşerêyekê jibo xurtkirina hevkarîya berevanîyê ya dualî ya navbera Amerîka û Komara Qibrisê şermezar kir.

"Ev gav helwêsta bêalî ya Amerîka ser girava Qibrisê têk dibin û giheştina çareserîyek dadmend, mayînde û domdar ya pirsgirêka Qibrisê dijwartir dike," wezaretê di daxuyanîyekê de evara Çarşemê got.

Amerîka û Komara Qibrisê, ku ji alîyê civata navnetewî vî tî nas kirin, roja Duşemê nexşerêya hevkarîyê li Lefkoşa îmza kiribû.

Di daxuyanîyeke hevpar de wezaretên berevanî yên her du welatan dubar ekir ku ew jibo hevkarîya ser çareserîya kêşeyên ewlekarîya navnetewî ya bi rêya nexşerêyê pêgin in.

Ev gava hevbeş di nav hewlên Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat, jibo avakirina bingehek hevbeş ku danûstandinên navbera civakên rikeber yên Yunanî û Tirk li Qibrisê jinûve destpê bikin.

Wezareta Derve ya Tirkîyê got ku ev gavên Amerîkî, di nav de ragihandina meha Hezîrana borî ya destpêkirina dîyaloga stratejîk bi Qibrisê re, zararê dide ewlehîya alîyê Qibrisê yê Tirk li giravê.

Qibris ji dagirkirina Tirkîyê ya sala 1974’an vir ve parçekirî ye û danûstandinên jibo aştîyê ji 2017’an û vir ve sekinîne.

Alîyê Tirk yê Qibrisê, li bakurê giravê dewleteke veqetandî bi rêve dibe ku tenê ji alîyê Enqerê ve hatiye nasîn.

Tirkîye dibêje ku jinûve destpêkirina danûstandinan girêdayî pejirandina serwerîya dewleta Tirkan ya mîna wekheva hikûmeta Yunanî ya Qibrisê ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG