Lînkên eksesibilîtî

 
CPJ: Rojnamevanên jibo Medyaya Kurdan Dixebitin li Tirkîyê Rûbirûyê Xeterîyan Dibin
Breaking News

CPJ: Rojnamevanên jibo Medyaya Kurdan Dixebitin li Tirkîyê Rûbirûyê Xeterîyan Dibin


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku rojnamevanên jibo medyayên pro-Kurd dixebitin di serî de Tirkîye li çend welatan bi rîskan re rûbirû dimînin.

CPJ dide zanîn ku li gor agahîyên Berfanbara 2024’an li welatên cuda 10 rojnamevanên Kurd jiber xebatên xwe di girtîgehê de ne.

Wê sazîya navneteweyî bi 3 rojnamevanên Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamya û JINNEWS re hevpeyvîn kir ku ew her sê jî bi endamtîya Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ya ne qanûnî têne tawanbar kirin.

Di hevpeyvînê de ji Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamya Delal Akyuz dîyar kir ku li Tirkîyê rojnamevan gelek caran bi desteserkirinan re rûbirû dimînin.

Akyuz da zanîn ku ew berê jî du sê caran hatiye desteser kirin, lê ew bawer nake ku ew tiştekî şaş dike.

Ji JINNEWSê Melîke Aydin di hevpeyvînê de got ku bi delîlên ne ne delîl ew têne tawnbar kirin.

Aydin dîyar kir ku wî ji hevalekî xwe re 500 lîra (bi qasî 14 dolar) şandiye û li dadgehê ji wê hatiye pirsîn ku ka ew endamê rêxistinê terorê re yan ne.

Wê got ku di danûstandinên wê yên ser telefonê de hewil dane ku peywendîyên terorî bibînin.

Ji Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamya Tolga Güney ji di hevpeyvînê de got ku ew jiber nûçeyên xwe yên ser hawîrdorê bûye armanca hikûmetê.

Güney diyar kir ku di lêpirsînê de ji wî hatiye pirsîn ku ew bi emrê kê dixebite, lê ew karê xwe yê rojnamavanîyê dike û wan bûyeran dinivîse ku bi çavên xwe dibîne.

Jêder: CPJ

XS
SM
MD
LG