Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ: Rojnamevanekî Kurdê Tirkîyê ku li Herêma Kurdistanê Girtî Bû Hat Berdan


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku rojnamevanê Kurdê Tirkîyê Murat Yazar piştî 8 rojan di zindaneke Herêma Kurdistana Iraqê de êdî hatîye berdan.

CPJ'ê îro Sêşemê dilgiranîya xwe nîşan da jiber girtina rojnamevan û wênegir Yazar ku berîya êvara Yekşemê were berdan, heşt rojan di girtîgeheke Asayîşa Herêma kurdistanê de girtî mabû.

Rêxistina ku bingeha wê li New Yorkê ye daxwaz ji karbidestên Herêma Kurdistana Iraqê kir ku dest ji girtina rojnamevanan berdin.

Yeganeh Rezaian, Kordînatora demkî ya Bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa li CPJ'ê, got, "Em ji ber 8 rojên binçavkirina rojnamevanê wênegir yê navdar Murat Yazar li Herêmê bi fikar in û bang li rayedaran dikin ku demûdest dev ji çewsandina rojnamevanan berdin da ku bikarin bi serbestî karên xwe bikin."

Roja Yekşemê CPJ'ê peywendî ligel Ehmed Remezan, berpirsê polîsê Zaxo û Elî Osman, vekolerê ofîsa Asayîşa Zaxo kir, lê herduyan jî diyar kir ku ti agahîyên wan ser wî rojnamevanî nînin.

Asayîşa Herêma Kurdistan di sê salên dawî de bi dehan rojnamevan binçav kirine, êrîş kirine û destdirêjî li wan kirine, li gor rêxistina CPJ'ê.

Rojnamevan Yazar 13'ê Tîrmehê li bajarê Zaxo, li parêzgeha Duhokê ya Kurdistana Îraqê winda bûbû, CPJ'ê got.

Malbata Yazar di daxuyanîyekê de got ku bêyî ti tawanbarî hate berdan. Malbatê herwiha dîyar kir ku Yazar çûbû Herêma Kurdistan da ku raportekê ser Çemê Diclê amade bike.

Baran, birayê rojnamevan, û du hevalên wî yên çalakvanên mafên mirovan ragihand ku Yazar roja Yekşemê bi rîya derîyê sînor yê Silopîyê derbasî Tirkiyê bûye, li gor CPJ'ê.

Jêder: CPJ

XS
SM
MD
LG