Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanîyên Emirates û Etihad Dest bi Hin Firînan Dikin


Hêlên esmanî yên Emirates û Etihad dê jinûve dest bi hin firînan bikin, piştî ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmaret) dawî li sekinandina xizmetên wek guhertina balafiran bo rêwingan û dagirtina sotemenî ya bo firokan anî.

Qedexe piştî du mehan îro danê êvarê hate rakirin, piştî ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî di meha Adarê de, jiber belavbûna koronayê hemû firîn sekinandibûn.

Emirates Airlines, ku yek ji mezintirîn kompanî yên cîhanê ye, îro Pêncşemê got ku ew dê ji 15'ê Hezîranê pê ve jibo 29 navendên li Asya, Ewrupa û Amerîkaya Bakur dest bi firînan bike.

Di vê navbeynê de, Etihad Airlines jî ragihand ku ewê ji 10'ê Heziranê pê ve jibo 20 bajaran li Ewrupa, Asya û Australyayê dest bi firînên rêwingan bikin.

Ji hingî ve destûr jibo kêm firînan hatibû dayîn, lê qedexeya ser daxistina navendên firoşgehan hatiye rakirin.

Hikûmetê ragihand ku têketina hemwlatîyên bîyanî bo Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, ji bîlî rûniştvanên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, ku bo zivirîna wan erêkirina hikûmetê pêwîst e, di cîh de dimîne.

XS
SM
MD
LG