Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îranê ji Trump Xwest ku Vegere Peymana Navokî


Li ser helwesta nerm ya Donald Trumpî piştî ku Îranê leşkerê dêrîn yê Amerîkî serbest berdayî, wezîrê derve yê Îranê roja Înê ji serokî Amerîkî xwest ku vegere ser peymana navokî ya Waşîngtonê ku wî du sal berê terk kiribû.

Îranê roja Pêncşemê Michael White azad kiribû di çarçuva peymanekî ku Amerîkayê jî destûr dabû bizişkekî Îranî-Amerîkî Majid Taheri ku serdana Îranê bike.

Trumpî roja Pêncşemê derbarê serbest berdana Whiteî twîtek parve kiribû: "Spas ji Îranê ra, ew nîşan dide ku pêkhatinek pêkan e!"

Wezîrê Derve yê Îranê Mohammad Javad Zarîf li ser twîta xwe gote Trumpî, "Em tevî hewildanên berdestkên te, di guhertina mirovahî da serkevtî bûn".

"Dema ku hun hatin ser kar, me peymanek hebû. … Şewirmendên we, -gelek ji wan niha ji kar havêtine- biryarek xirab da. Êdî ji te ra ma ye ka tu kengî dixwazî vê sererast bikî. "

Hêjayî bîrxistinê ye Trump di sala 2018an da ji peymana navokî ya bi hêzên mezin ra derkevtibû.

Di çarçûva vê peymanê da Tehranê jibo rakirina ambargoya navnetewî li ser Îranê xebata xwe ya navokî kêm kiribû.

Ji derkevtina peymanê êreve, Waşîngtonê jiber polîtîkaya "givaşa herî zêde", carek din ambargo dana ser Îranê da ku firotina petrola wan bo derve kêm bike.

Guhertina girtîyan ya roja Pêncşemê di hevkarîya Amerîka û Îranê da bûyerek kêm dîtbar bû.

Peyvdarê Wezareta Derve yê Îranê Abbas Mousavi piştrast kir ku, "mehan berê" serbestberdana girtîyan, Zarîf bi Bill Richardson, dîplomatê Amerîkî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî ra civîyaye.

"Me her gav bi erênî bersiv daye hewildanên mirovahî yên ku dê bibin sedema azadkirina girtîyên Îranî li Amerîka û li cihên din," Mousavi ji ajansa fermî ya nûçeyan IRNAyê ra got.

XS
SM
MD
LG