Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran ji Toleyên Nû yên Amerîka yên Ser Sûrîyê Nerazî Ye


Esad û Mihemed Baqirî
Esad û Mihemed Baqirî

Îranê îro Pêncşemê toleyên nû yên Amerîka yên ser hevalbendê wê yê herêmî Sûrîyê şermezar kir û wek gaveke dijî mirovahîyê nirxand.

Berdevkê wezareta derve Abbas Musevî got ku ewê têkilîyên xwe yên bazirganî yên digel Şamê berfireh bikin.

"Di dema ku pandemîya koronayê berhingarî cîhanê bûye, danîna cezayên wisa dijî mirovahîyê û rewşa gelê Sûrîyê wê xirabtir bike. Emê hevkarîya xwe ya aborî ya bi gelê Sûrî yê berxwedar re û bi hikûmeta Sûrî re bidomînîn. Tevî wan toleyan, emê têkilîyên xwe yên aborî yên digel Sûrîyê qayîm bikîn," Musevî got.

Amerîkayê roja Çarşemê toleyên dijwar danîbûn ser Serokê Sûrîyê Beşar Esad ku dahata hikûmeta wî biherişîne û wî neçar bike ku bo dawîkirina şerê navxweyî, wegere danûstandinên bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî.

Îran, ku bixwe di bin cezayên giran yên Amerîka de ye, hevalbendeke nêzîk ya Esad e.

Tehranê bo piştevanîya Esad, bi hezaran şervan şandine Sûrîyê ku di nav wan da milîsên Şîa yên Afganî û yên welatên din ku ji alîyê Îranê ve hatine perwerde kirin jî hene.

XS
SM
MD
LG