Ji 2011'an ve herêmên Kurdên Sûrîyê ji hebûna leşkerî û ewlekarî ya rêjîmê vala bûne.
Di 2014'an de jî Rêvebirîya Xweser li herêmên Cizîr , Kobanê û Efrînê hat damezrandin. Di dawîya 2023'an de herêma Bukur û Rojhilatê Sûrîyê, ku ji 7 kanotan pêk tê, hat ragihanidn.
Bi pesendkirina peymana civakî ya Rêvebirîya Xweser, guhertinên binghîn hatin sazkirin. Di nav sazîyên nû de ofîsa şopnadin û çavdêrîya sazîyan hat damezrandin ku lêvegera wê encûmana gel ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ye.
- Di nav sazîyên Rêvebirîya Xweser de çiqas û çi gendelî heye?
- Rêgir û zagonên Rêvebirîya Xweser ya derbarê rêgirtina ber gendelîyê çi ne?
- Gelo gendelîya di nav partîyên sîyasî çawa ye û çi rewşê de ye?
- Rêvebirîya Xweser çawa dikare rê li ber gendelîya di nav sazîyên din yên ne hikûmî bigire?
Ev pirs û hinekên din yên girêdayî wan di vê xeleka nû ya bernameya Mijara Rojê de tên gotûbêjkirin. Mêvanên bernameyê ev in: Zîwer Şêxo, rojnamevan û çalakvanê sîyasî, û Ebdilwehab Xelîl çavdêrê sîyasî.