Ji demê ku rêkxistiya saxlemiya cîhanê WHO belavebuna Vayrusa Korona wek xeter li ser saxlemiya giştî li cîhanê dayî naskirin, hikumetên welatên cîhanê pêngavên xort davêjin jibo rêgirtinê li belavebuna vayrusê u parastina welatiyên xwe.
Ji wî demî were xema WHO ew welat u dever in ku şer u bihevçun têde hene jiber li wan deveran ne sistemê tenduristî yê baş heye u ne xelk haydarî xetera vê vayrusê ne u ne jî haydarî rêkên xwe parastinê ne.
Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, Dr. Weysî Çiya, lêkoler li zankoya Londonê dibêje, karîgerêya varusa korona dê li ser wan welat u deveran gelek mezin be u desthilatdar dê vî derdê mirovanî ji qazancên xwe re bikar bînin.