Serokê berê yê Amerîka Bill Clinton yê 75 salî, roja Yekşemê ji nexweşxaneke Kalîfornya (California) derdikeve piştî ku rastî nexweşiyekê hatî.
Clinton tevî xanima yekê ya berê Hillary Clinton û berbijara berê ya serokatiya Amerîka destên wan linav hev bûn, tiliya xwe bilind kir dema ku ji nexweşxanê derket û hêdî di meşiya û silav da karmendên nexweşxanê li hember kamêreyan.
Peyvdarê Clinton li gorî raporta doxtor Alpesh Amin ragihand ku "Serok Clinton ji navenda US Irvine îro derkeft."
Alpesh Amin, doxtorê çavdêr yê tîma serperiştiya Clinton dikir gotiye "Rewşa serok ya tayê û xirokên spî yên xûnê asayî bûne, û dê li mala xwe ya li New York kursê dermanên xwe yên antî-bayotîk (antibiotics) bidawî bike."
Serokê Amerîka yê di salên 1993ê- 2001ê rêberê welatên Yekbûyî yên Amerîka bû êvariya Sêşemê veguhastbû (UC Irvine Medical Center today) nexweşaxna li başûr Los Angeles li wîlayeta Kalîfornya ku rastî nexweşiyeke xûnê bibû ku têkiliya wê bi Covid-19 ve nîne.
Rojnama New York Times li gor yek ji alîkarên wî raighand bû ku Clinton rastî nexweşiya bûriyên mîzê hatiye û xûn di bûryan de meyî bû.
Li gorî Navendên Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan ya Amerîkî, "Sepsis" ku (nexweşiyeke bûriyên mîzê) ye, reaksiyonek laşî ya bêkêmasî ya enfeksiyonê ye ku salane 1.7 mîlyon mirov li Amerîkayê rastî wê nexweşiyê tên û her sal 270,000 ji kesên pêketî dikuje.