Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîrektorê FBI Îro li Kongresê Berevanîya Biryara Ser Clinton Kir


Dîrektorê Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) James Comey berevanî li biryara xwe dike ku li ser mijara bi xirabî karanîna nameyên nepênî yên dema wezirîya derve, ne pêdivî ye hember Hillary Clinton doz bê vekirin.

Comey di daxuyanîya xwe de pênasînê kiribû ku hin nerêkî di karanîna kêşeya maîlan de çêbuye, lê negiheştiye asta dozvekirnê.

Comey îro Pêncşemê derket pêş komîsyoneke vekolînê ya Civata Nûneran û bersîv pirsên qanûndanêran da.

Wî got, vekolêrên FBO giheştine wê nêrînê ku Hillatry Clinton û alîkarên wê bi karkirina ligel 30,000 e-maîlan îhmalkarî kirine, lê dozvekirina bi wê sedemê wê bibe tiştekî nerekûpêk.

Comey da zanîn ku di encama vekolîna wan de ti belge derneketiye ku Clitnon bi zanabûn qanûnan binpê kiriye. Wî bi bîr xist ku heta niha tenê yek kes bi sedema îhmalkarîya mezin hatiye darizandin û ew jî jiber sedema îxanetê ye.

Comey bal kişand ku dozgerên Wezareta Dadê mexsarîya xwe ji wan re ragihandine ku ew jiber tiştekî ne bimebest û li gor zagoneke sala a 1917’an, dozek li hember Clinton, ku dixwaze bibe yekemîn seroka jin ya Amerîka, vekin.

Serdozgera Giştî ya Amerîka Loretta Lynch roja Çarşemê pêşnîyara Comey pejirandibû ku divê hember Clinton ti doz neyê vekrin.

XS
SM
MD
LG