Li bajarê Cizîrê demek dirêje şer û pevçûn di navbaera hêzên ewlekariya dewleta Tirk û hin ciwanên serhildêr de heye, di van şeran de milk û malên giştî û sivîl bûne qurban.
Endamê meclisa Tirkiyê ji partiya HDP yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jibo Dengê Amerîka hind pêzanînên nû liser qurbanî û rewşa Cizîrê parve kirin.
Sariyildiz dibêje, 180 kes yên ku, di jêrzemînan de hatbûn kuşin şûnde hatbûn şewitandin, bi tenê termê 25 kesan tê naskirin, wek din hemû terim bi komî hatine şewitandin û termên wan nayên naskirin.
Sariyildiz dîsan dibêje ji şêniyên bajarê Cizîrê ku 120 hezar kes in, niha bi tenê 5-10 kesan lê dimînin, wek din bajar hatiye vala kirin û qedexe hêjî liser bajar heye.
Temamiya gotinên Faysal Sariyildiz guhdarî bike.