Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwanên Kurd Li Dijî Şerê Taybet Dest Bi Têkoşînê Dikin


Meclîsa Ciwanên Partîya Çep ya Kesk bo cara yekê roja Şemîyê li Enqerê civîya. Berî civînê li ser navê partîyê, Endama Meclîsa Ciwanên Partîya Çep ya Kesk Senem Erîş daxûyaniyek da û got:

“Em ciwan, zor û zextên desthilatîyê ku li ser ciwanan tên meşandin ti gav napejirînin. Li ber vê jî me dest bi dijî şerê taybet, têkoşîneke bi heybet kir. Êdî emê li qadabin.”

Li ber doza girtinê, HDP bi navê Partîya Çep ya Kesk beşdarî hilbijartinên 14’ê Gulanê 2023’an bû. Lê encama hilbijartinê him di nav HDP’ê û him jî di nav Partîya Çep ya Kesk de bû sedemên nîqaşan. Li ber vê jî gelek civîn hatin çêkirin; yek ji van jî civîna Meclîsa Ciwanan e.

Di van salên dawî de li tevahîya Tirkîyê ciwan xwe di bin zextên desthilatîyê de dibînin. Ciwanên Kurd jî radighînin ku li ber şerê taybet li ser Ciwanên Kurd desthilatîya AKP-MHP bêtir çewsandinan çêdike. Endama Meclîsa Ciwanan Senem Erîş jî di daxûyaniyê de wiha radigîhîne:

“Polîtîkayên ku desthilatî bi tevahî dimeşîne wek polîtîkayên dijminatîya gel in û ya şer jî serî dikşîne. Desthilatîya AKP-MHP’ê di sala 2015’an heta niha jî, li hundir yan jî derî welat, li hemberî Kurdan bi awayekî şer hatîye domandin. Şereke bê rawestandin li hemberî gelê Kurd hatîye meşandin. Îro heke li Tirkîyê pirsgirêkên mezin hene, sedemê vana jî bi tevahî pirsgirêka Kurd e.”

Erîş, radigîhîne ku wek Ciwanên Partîya Çep ya Kesk di dema bê de ewê têkoşîneke li hemberî van polîtîkayên desthilatîyê bidin meşandin û li hemberî şer dest bi hewildaneke nû bikin.

Li gor encama daneyên Sîstema Tomarkirina Nifûsa Bingehîn (ADNKS) rêjeya ciwanan li Tirkîyê ji sedî 15 zêdetir e. Di nav van de, ji sedî 51, 2 kur, ji sedî 48, 8 jî keç in. Tevahîya nifûsa Tirkîyê li ser 85 mîlyonî ye û di nav vî de jî nêzîkî 13 mîlyon ji van ciwan in.

Endamê Meclîsa Ciwanê Partîya Çep ya Kesk Weysî Başok ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku desthilatî heta jê tê dixwaze ku ciwanan têxe qadeke apolîtîk. Başok radigînîne ku di nav vê nifûsê de hejmara Ciwanên Kurd jî di asteke gelek girîngde cî digre:

“Em ciwan hêzeke mezin in, lê desthilatî li ser me her roj zektên xwe gur dike. Bi taybet jî Ciwanên Kurd hedef digre. Îro li Kurdistanê şerekî taybet tê meşandin. Di van deman de ciwanê ku bixwaze li ser sîyasetê tiştekê bibêje rastî êrîşên dewletên tên. Gelek ciwanên Kurd tên binçavkirin, ji pirê van daxwazê sîxûrîyê tê kirin, yên ku nepejirînin jî li ser wan doz têne vekirin.”

Weysî Başok gotina xwe ya dawî de jî dibêje li ser gelê Kurd ana tecrîdek heye bi taybet jî li ser Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ev tê meşandin, wek Ciwanên Kurd ewê li hemberî van tecrîdan jî hewildanên xwe bidomînin.

Ciwan_Partiya Çep Ya Kesk.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:03 0:00

XS
SM
MD
LG