Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Giştî ya NY li New Yorkê Destpê Kir


Li bajarê New York yê Amerîkayê îro Sêşemê civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 76`an bi beşdarîya serokên cîhanê, destpê kir.

Pênc mijarên sereke yên rojeva civîna Giştî ya NY hene; bidawîanîna pandemîya koronayê, jinûve xurtkirina aborîya cîhanê, rûbirûbûna guherîna jingehê, parastina mafên mirovan û bihêzkirina Rêxistina Neteweyên Yekbûyî.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di vekirina civînê de axaftineke kir.

“Cîhana me rûbirûyê astengîyan dibe, ku berê ti carê mîna wiha nebûye. Ji guherîna ajingehê bigire heta birçibunê û pandemîya koronayê, ku ew tiştana armancên peşketina berdewam pirtir ji me dûr dixin. Hêsan e em hêvîyê ji dest bidin. Lê, em ne bê hêvî ne, û ne jî bê çare ne. Rêyeke me jibo rabûna li ser pêyan heye, eger em bixwazin hilbijêrin,” Guterres got.

Antonio Guterres di axaftina xwe de di derbarê şerekî sar yadi navbera Çîn û Amerîkayê de hişyarî da û got ku "Berdêl çi dibe bila bibe, divê ev şerê sar pêk neyê."

Civîn sala borî jiber pandemîya vîrusa koronayê (COVID-19) onlaynî hatibû dar xistin, lê îsal, bi dehan serokên dewlet û hikûmetan, karbidestên payebilind tevlî civînê dibin.

Hevdem, serokê Amerîka Joe Biden ewê cara yekê li Civata Giştî ya NY wek serokê Amerîka biaxife. Axaftin derfeta herî mezin ya heya îro dide Biden ku li ser mijarên girîng ya cîhanê sîyaseta Amerîka pêşkeş bike.

Linda Thomas Greenfield, Balyoza Amerîkayê li NY di derbarê axaftina Biden de ragihand da.

“Ev pandemî di paşerojê de wiha dike ku kar û pabendbûna giştî ya cîhanê pêwîst be. Ew pêvajo rêberîyê pêwîst dike û serok Biden bê guman ew rêberîya xwe nîşan daye. Me 500 milyon dozên vaksînê li seranserê cîhanê belav kir.. Me 4 milyar dolar dane bernama vaksînê Covax ya NY. Guherîna jingehê bandorê li ser her kesekî, li her welatekî û her heremeke dike. Herwiha ew jibo gelek welatên ne peşketî jî gefeke mezin e. Serok Biden dizane ku pêwîst e em rêberîya vê rêyê bikin,” Greenfield got.

Her wiha ewê rêberên welatan peymana navokî ya bi Îranê re, peymana navbera Australya, Amerîka û Brîtanyayê (AUIKIS) ya bo çêkirina keştîyên binavê, rewşa Afganistanê, pirsa koçberan û peydakirina alîkarîya mirovahî û rexistinkirina li hember birçîtî û xelayê, guhertina jingehê û her wiha gelek mijar ûn din yên girîng nîqaş bikin.

XS
SM
MD
LG