Bûyera kuştina zarokekî Kurd roja Çarşemê li bajarê Cindirêsê yê herêma Efrînê li ser destê kesekî Ereb yê cîwarkirî bûye sedema bertek û nerazîbûnên tund.
Li gor çavkanîyên ji hindurê herêmê, bi sedan kes roja Pêncşemê beşdarî axsipartina cenazeyê zarokê mexdûr Ahmed Memo yê 16 salî bûne. Herwiha hate îdîa kirin ku îstixbarata Tirk û çekdaran gef li malbata wî xwarine ku ti al yan diruşmeyên Kurdî neyên hildan.
Şeva Çarşemê û piştî ragihandina kuştina zarokê navborî, şênîyên Kurd li Cindirêsê derketibûn xwepêşandanê û xwestibûn ku sûcdarê ji Îdlibê ye were ceza kirin û grûpên çekdar derkevin derve herêmê, lê xwepêşandan bi fîşekan ji alîyê çekdaran ve hatibû berbelav kirin.
Li penageha Şehba jî hejmareke derbiderên Efrînî çalakîyeke nerazîbûnê lidar xistin û xwestin tawankarên li Efrînê werin darizandin.
Derbara dubarebûna bûyerên kuştina Kurdan li ser destê çekdar û Erebên cîwarkirî li Efrînê, rojnamevan û edîtorê rojnameya Levant News, Şîyar Xelîl ku dibêje ku Efrîn dagîrkirî ye, hemû sûc û binpêkirin lê diqewimin.
“Çandek di nava piranîya kesên ku li Efrînê hatine cîwar kirin de heye ku ew dikarin Kurdan bikujin û Kurd nikarin jê re bêjina: Na”.
Xelîl sedema vê rewşa li Efrînê wiha şîrove dike, “Jiber ku ti kes li pişta Efrîn û Efrînîyan tuneye, hemû partîyên Kurdî tiştekî ji Efrînê re nakin û nêzîkatîya wan tenê jibo karanîna sîyasî”.
Bûyera kuştina zarokê Kurd li Cindirêsa Efrînê, piştî çend rojan ji raporteke komîteya lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî ya serbixwe û taybet bi Sûrîyê, çêbûye.
Raporta navnetewî dîyar kiriye ku grûpên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve mafên mirov li Efrînê binpê dikin ku kiryarên wan dighêjin asta sûcên şer.
Herwiha, Human Rights Watch (HRW) di raportekê de meha borî, gelek binpêkirinên giran ji mafên mirov re li herêmên bakurê Sûrîyê ku di bin destê artêşa Tirk û çekdarên opozisyona Sûrî de ne, belge kiribûn û ragihandibû ku Tirkîye li bakurê Sûrîyê hêzeke dagîrker e û jiber binpêkirinan, berpirs e.
Li ser berdewamîya sûc û binpêkirina mafên mirov li Efrînê, Şîyar Xelîl dîyar dike ku, “Tirkîye, Îtîlafa Sûrî, hikûmeta demkî û ENKS ji ber binpêkirinên li Efrînê berpirsyar in, çimkî ew li ser erdê ne û dizanin li dijî Kurdan çi tê kirin”.
Xelîl herwiha dixwaze ku rêxistinên mafên mirov yên navnetewî, Sûrî û Kurdî destê xwe bidin hev, “Jibo pêkanîna dadmendîyê divê kar were kirin, ne tenê li Efrînê lê li tevahîya Sûrîyê, herwiha gilî û doz li pêş dadgehên Ewropî werin vekirin jibo darizandina sûcdarên li Efrînê”.
Hêjayî bîrxistinê ye ku sala par dîsa li bajarê Cindirêsê û di şeva Newrozê de 4 kesên Kurd ji malbata “Pêşmerg” liser destê çekdarên bi ser Tikrîyê ve, hatibûn kuştin.
Çalakvan didin zanîn ku ji dema dagîrkirina Tirkîyê ji Efrînê re ji 6 salan de, rewaşa mafên mirov li vê herêma Kurdî pir xirab bûye, ku qanûn nayê bicîh kirin û ti dadmendî jibo qurbanîyan nehatiye pêk anîn.